Di Edebiyatê de Nivîsîn an jî Nenivîsîna Bi Kurdî

Mesela nivîsîn an jî nenivîsîna bi kurdî ji alî polîtîkaya ziman, kulturî, edebî, sîyasî ve xwedî rastiyan e;

Rastî û rewşên kurdî hene; alî sîyasî û hestiyarîyê ve hêrs û bendawarî hene, li hemberî wan seknan ger bertekiyên dijber ên teng hebin mijar her carî dibe gerînek…

Kesên dinivîsînin, li ser rastiyên xwe û ên edebî, li hêla xwe li meselê miqate ne.
Mesele ne ew qas basît e li ser durişmeyan an jî li ser manîpûleyên edebî û rastiyên bazarê bigihije cîyekî.

Tercîh e jî; çimkî hêmayên te ên jiyanê û kulturî û ‘zimanê te yê edebî’ rastiyek afirîneriyê bin, tu heweskarek edebî bî, pir baş dikarî “zimanê edebîyata xwe a kurdî” saz bikî.

Kes azad in, bi têkilî û tercîhên xwe, zimanê edebîyata xwe saz bikin lê îcabê hin manîpûleyan jî nake! Bi heman halî, kes azad in derî zimanê edebî, li ser sekna polîtîkaya zimên li zimanê xwe xwedî derbikevin,heta bi bertekî bin da ku bi awayê sekna xwe zimanê xwe biparêzin. Bi salan e her carî ev mesele dibe rojev lê di kovar an jî weşanekê de, nabe mijara dosyayek berfireh; fîgûrên bi zimanên din dinivîsînin, zimanzan , sîyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr, entelektuel, lêkoler, akdemîsyen ger li ser meselê binivîsîn wê baş be…

Cîhan Roj

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *