Xutbe | Îslam Sedemê Hebûna Me Ye

Dîrok: 17.01.2025

Gelî Musulmana!
Ayeta mi li jor xwand Xweda Te’ala têda difermê: “İro mi ji we ra dînê we gîhand kemalê, nî’metê xwe li ser we temam kir, ji we ra bi dînê İslamê qaîl bûm.” Hedîsa ku serê xutbê da ‘erzî hizûra we kir, Qasidê Xweda (s.X.l) têda ewha difermê: “Kesê bi İslamê ra dijminatiyê bike, İslam ewê her dê zora wan bibe. Kesê dijberiya İslamê bike yan dev jê berde ti ziyana wan lê nabe.”

Gelî Musulmana!
Nî’meta tewrî mezina ku Xwedayê jorîn daye me, İslam e. Ew dînê yekê yekta yê ku ji dewra Adem Pêxember da dest pê kiriye û dewra Pêxemberê me Hz. Mûhemmed Mûstefa da gîhîştiye kemala xwe û Xwedê Te’ala pê qaîl bûye bes dînê İslamê bi tenê ye. İslam, dînê rehmetê ye, ayinê dilbêşiyê ye, hatiye verêkirinê bona rindiyê bide hînkirinê, rêya rast nîşan bide, rûyêzemîn şên û ava bike; rêberiya hişan bike, hedar û hedanê bide dil û canan. İslam dînê hîkmet û ‘irfanê ye, dînê wan ‘ilman e ku hizûrê didine dilan; İslam, xaya afirandinê çi ye wê bi me dide hukirinê; navbera dunya û axiretê da çawa ahengek tê sazkirinê wê bi me dide fêrkirinê.

Gelî Musulmana!
İslam e ya ku hemî ew tarîtiya dewra cahiliyetê veguherandiye bi ronahiyê. Ew pepûkên bi saxî di erdê da dihatin çahlkirinê, bi xêra İslamê sax man. Jin, bi saya İslamê gîhîştin wê qedr û qîmeta liyaqê xwe. Kesê bindest, yên xwohr dihat dîtinê, yê heqê wan dihatin bin pê kirinê, bi xêra İslamê gîhîştin azadiya xwe. Çawa ku ayetaاِنَّ اَكْرَمَكُمْ عِنْدَ اللّٰهِ اَتْقٰيكُمْۜ “Ji we yê tewrî rûmetdar li cem Xwedê, teqwadartirê we ye.” dide zanînê İslamê î’lan kiriye biweku başbûnî; ji nîjad û cinsiyetê, ji meqam û ji serwetê, ji nav û deng nayê; belkî bes ji teqwadariyê û ji tirsa Xwedê tê. Merû derewan neke, hîlebaziyê neke, kêmfirsendiyê neke, îhtikarê (stok) neke, rêya xwe bi bazar a reş nexîne; bi çi awayi dikare kesb û kedek helal bi dest xwe bixîne İslamê bi dunê da hînkirinê. İslamê bi me daye hînkirinê ku ji dê bavê xwe ra hurtmetkar bin, li kes û nasê xwe bipirsin, miqateyê heqê merivê xwe û cîranê xwe bin, di qencîkariyê û xêran da bikevin rikê hev da.

Gelî Musulmana!
Mixabin, em dewranekî wer ra derbas dibin ku nirxên însanî û xûyê nişmî ro bi ro derbê dixwin, hêzên xirawî yê cîhanê dunya anîne halek wer êdî têda jiyan nema dibe. Sed heyf e, musulman dêleva ku rê li pêşiya wan karê nelê bigrin, jê ra çaran peyda bikin bi bandora çanda populair ew bi xwe bi xwe bi kesayetiya xwe ra hey dehre dibin biyanî. İcar ew tengasiyên hanê, gotî me bêhîvî nekin, ber’eksê wê bêhtir me bînin coşê bona ku prensîbên İslamê yên heyatbexş bi hemî beşeriyetê bidin nasînê. We’da Xwedê ye merû çi bike bes bergîdana wê dê bistîne.

Gelî Musulmana!
İslam, roja doho û îro û sibetira me ye. İslam, sedemê hebûna me ye. Em bi wî rûmetdar dibin, bi wî serfiraz dibin. Wekî wer e, İslamê bi angorî kêfa xwe na; belkî bi angorî fermana Xweda û Resûlê Xweda bi sûnneta xwe çawa nîşan da ye a bi wî awayi bijîn. Ji tevgirêdanê bigre, heya bi xwarin û vexwarinê, ji dayin û standinê heta bi bazirganiyê, ji jiyana malbatî heta bi têkiliyên lêzim û cîrantiyê, hema bêje li her zeman û zemînî gotî ehkamê İslamê bikin hakim. Xîret bikin daku bi îmana xwe va, bi ‘ibadetê xwe va, bi exlaqê xwe yê pak va ji xelkê ra bibin nimûne, bibin musulmanê baş. Yekî li me mêzekir, bera di me da xweşikaya İslamê bibîne, jê hezbike. Em İslamê wer rind bijîn, welê rast tetbîq bikin ku; em çawa ne wer werin xûyanê, çawa tên xûyanê wisa jî bibin daku yê hat kuştina me bera bi me ra zindî be. Ji bîr nekin ku, bi saya me merûkî ji İslamê hezbike, were hîdayetê, İslamê li jiyana xwe tetbîq bike, ew bona me ji dunê û ji hemî tiştê têda çêtir e.

Bi wê wesiyeta Cenabê Pêxember a di xutba xatirxwastinê da xutba xwe diqedînim: “Mi ji we ra du tişt hiştin; heyanî hûn xwe bi wan bigrin rêya xwe şaşnakin. Ew jî Kitêva Xwedê û sûneta Qasidê wî ne.”

1.Maîde, 5/3.
2.İbnû Henbel, V, 100.
3.Hûcûrât, 49/13.
4.Necm, 53/39,40.
5.Mûwette’, Qeder, 3.

Mela Ebdûselam Şadî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *