Lîstika Kurdî: Çirê

Çirê, yek ji kevintirîn lîstikên Kurdî ye, ji aliyê 10 kesan ve li deşteke fireh an jî li bênderên gundan ji aliyê mêran (peya) ve dihate lîstin.

Kesên ku sivik bûn û pir direvîyan di çirê de cîh digirtin, dilîstin. Komeka ji deh kesan dihate avakirin û ev kom dikirin du beş. Her beşek ji pênc kesan peyda dibû. Ji bo lîstikê li navenda (navik) qadê kevirek an jî komek kevir dadihanîn. Peşk dihate avêtin û ku peşk li kêketa nobedarê keviran dibû ev kom. Ji wê beşa nobedar, pênc kesan de yek dê li hinda komê bisekinîya yên din wê koma duyemîn bişopandana ji bo ku wan bigirin. Lê diviyabû ku ew pir hişyar bûna.

Pênc kesên li derve dê her kesek ku ji koma nobedarin dûrdiket wê evna bibirrîyana. Ger kesên ku ji komê dûr dikeve, di navbera koma keviran de ku wekî keleh tê hesibandin derbas bibe, ew kes dê bişewite û ji komê were derxistin. Ger pênc lîstikvanên din baş nelîzin û bişewitin, tenê lîstikvanek bimîne, dê hemî endamên koma nobedar didan şopa wî kesî da heta ku wî bigirin û lîstikê qezenç bikin.

Dema ku ew hat girtin, lîstik diqedîya. Ger pênc lîstikvanên li derve baş dilîstin, ger koma nobedar tenê kesek dima karê wî pir zor dibû, dê pênc lîstikvan bihatin derdora wî. Ger destê xwe li wî xistana ew jî dişewitî û lîstik diqedîya. Ji vê lîstikê re digotin çirê.

Hewceye em lîstik û çanda xwe ji bîr nekin.

MamosteH 

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Hinek leyîstokên Kurdan ên kevnar

Kerkê Kerajo Kerkê kerajoyê di navbera du tîman de tê leyîstîn. Divê her timek ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *