Xutbe | Parastina Fitretê Parastina Malbatê ye

Dîrok: 10.01.2025

Gelî Musulmana!

Xwedayê jorîn, însan, ji yek eslekî afirandine û gerandine mêr û jin, her yekî wan taybetmendiyê fîzîkî û derûnî yên ji hev cuda dayiyê. Ew taybetmendiyên hanê ji bona jin û mêran ne sedemê qîmetdariyê, ne jî yê kêmaniyê ne. Lewra ne jinbûnî ne mêrbûnî bi tercîha kesî nine; bes teqdîra Xwedê ye, îcaba hîkmeta wî ye. Jin bi jintiya xwe, mêr bi mêrtiya xwe qîmetdar e. Herdû serî hemberî hev û dijberî hev ninin, alternatîfê hev ninin, lê hev û din temam dikin, destegîrê hev in, fenanî du keriyê sêvkî ne.

Gelî Musulman!
Yek ji wan metirsiyên mezinên ku beşeriyet îro vêra rû bi rû maye, ew xebatên ku tên kirinê bona fitreta mêr û jinan ji navê bibin. Yek ji wan xebatan, ew xebata ku tê kirinê bona bêcinsiyetkirinê, bona îfsada teybetmendiyê însan ên fîzîkî û ên derûnî; bona mêran bikin jin, jinan bikin mêr. Diqaqicin ku îrada Xwedê rakin û însan bixin heyberek bêhûwiyet. Bizavek e bona hewesa xelkê bi alkolê, bi maddeyên hişbir û bi têkiliyên neşer’î bînin, zarûyan sewa kêfa xwe bikarbînin, nifşên nû bixin nav derd û belan û pêşroja beşeriyetê bixin nav tarîtiyê.

Gelî Musulmana!
Hinek karê şeytîn hene bona însanan ji rê derxîne Qur’ana Pîroz ji behsa wan dike û balê dikşîne ser û dibêje:وَلَاٰمُرَنَّهُمْ فَلَيُغَيِّرُنَّ خَلْقَ اللّٰهِۜ “Ezê li wan ferman bikim ewê afirinîşa Xwedê veguherînin” Belê, hemî ew çalakiyên ku tên rêvabirinê bona bêcinsiyetkirinê, bêheyatî ne, karê bêrê ne, bin pê kirina tixûbê Xweda ne, bêemriya wî ne. Çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Ew mêrê xwe dixin dilqê jinan, ew jinên xwe dixin dilqê mêran; Xwedê le’neta xwe li wan kiriye.” A loma jî ti îdeolojîkî nikare bin navê azadiyê da tiştên Xweda heram dêrane durist bidêre. Ew pêlên ji rê derketî yên ehlê delaletê ku hiş û wîcdan danîne alîkî û bûne sedemê peydabûna gelek nexweşiyan, bi behaneya mafê mirovan nabe ku ew normal werin qebûlkirinê. Ew rêyên hanê şaşên ku pêşeroja mirovatiyê dixin bin metirsiyan; destgîriya wan a bi sînemayê, bi televîzyonan, bi rêzefîlman, bi fîlmên kartonî, bi parvekirinê ser medya civakî, bi leyistikên dîjîtal, bi reklaman, bi mûzîkê û bi çalakiyên hunerî va; belê destgîriya wan gunehkî zaf mezin, webalkî pir giran e.

Gelî Musulmana!
Bêcinsiyetkirin, metirsîkî wer e tenê bi armancikirina hûwiyeta takekesan va namîne belkî pêşeroja civakan jî tarî dike. Li hemberî vê metirsiyê quweta herî xurta ku dest me da heye, famîle ye. Famîle; hêlîna rehmetê ye ku ji hêla mêr û jinkî kamil va li hîzûra şahidan bi emrê Xwedê bi suneta Pêxember tê avakirinê. Famîle (aîle) xezîneka me ya tewrî hêja ye bona nifşên baş perwerde bikin; medreseya ‘ilm û îrfanê ye bona zarûyê me; kelek e mihkem e, penahgehek zexm e nahêle nifşên nû berê xwe bidin tiştên nerind.

Gelî Musulmana!
Avakirina famîlê û parastina wê û xweşkirina wê bi zarû zêçan va, fermana İslamê ye. Girtina tedbîran li hemberî metirsiyên ku gefan li famîlê dixwun, wezîfa me giştan e. Wekî wer yê ku dixwazin malbatê ji navê bibin û civakê xiraw bikin; gotî li hemberî wan hay ji xwe hebin. Malbata xwe bigerînin kana dilbêşiyê û evînê. Bi zarûyê xwe ra ‘eleqedar bin, ji wan ra wextê bihêlin. Wan bi awakî sirûştî li gor nirxên xwe yê şerî’ û netewî perwerdekin. ji wan ra kincên li gorî salê wan û cinsiyeta wan vebijêrin. Hesasiyeta mehremiyetê ku fermana İslamê ye bi wan bidin hînkirin. wan di cîhan a gumanî da bawoka torên bijehrî nehêlin. Bibin rehberê wan bona nebin hevalê nebaşan. Dema gîhîştin salê zewacê, bibin alîkarê wan daku ji xwe ra bibin xwedî mal û zar-zêç. Ji tevger û rewiştên ku çavê ciwanan ji zewacê ditirsînin, dûrbin. Merasimê nîşan û zewacê zor nekin. Ji bîr nekin ku hemî têkiliyên bê nîkah zinya ne, heram in, gunehên mezin in dibin sedemê xişm û xezeba Xweda.
Xutba xwe bi me’na vê ayeta sûreyê Nûr bi dawî tînim: “Gelî bawermendan! Li pey şopa şeytîn neçin. Kî li pey şopa şeytîn here, bera bizanibe ku ew bes bêheyatiyê û xirawiyê emir dike ”

1.Nisâ, 4/119.
2.İbn Hanbel, V, 243.
3.Nûr, 24/21.

Mela Ebdûselamê Şadî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *