Pêxemberê me Muhammed (sxl) wiha gotiye:
– Ez dizanim kî yê herî dawî ji dojehê derkeve û yê herî dawî bikeve bihuştê. Ew ê ji dojehê bi erdê re kaşkirî derkevê.
Xwedayê mezin, ji evdê xwe re wiha dibêje,
Here bikeve cennetê.
Dema ku ew kes digihîje bihuştê, jê re wiha xuya dike ku bihuşt bi tevahî tije ye û ji wî re cîh nemaye.
Li ser vê yekê, ew kesa ji Xwedê re wiha dibêje:
Ey Rebbê min! Min bihuşt bi tevahî tije dît.
Allah Teala jê dipirse: “Ma tu naxwazî milkekî mîna milkê siltanekî dinyayê hebe?”
– Ez dixwazim, Rebbê min.
Rebbê me yê mezin wiha dibêje:
Li vir milkek mîna wê heye. Ew ê yek qat zêdetir, yek qatî din zêdetir, yek katî din zêdetir dê were dayîn.
Di ya pêncan de, ew mirov
– Ya Rebbê min! “Gava ku min kêm dixwest û jê razî bûm, ez ji vê yekê bêtir kêfxweş im.”
Xwedayê mezin dibêje:
– Ev ên te ne. Deh qatê wê mîqdarê yê te ye. Ji bilî vê, çavê te çi bixwaze û dilê te çi bixwaze, yê te ye.
Li ser vê yekê wî kesî dîsa got:
– Ya Rebbê min! “Gava ku ez ji vê kêmtir jî razî bibûm, te hên zêde da min.”
Wê çaxê Hz. Mûsa ji Rebbê xwe re got:
Ey Rebbê min! Dipirse: “Eger kesê ku pileya herî nizm yê li cennetê de wiha be, yê ku pileya herî bilind de ye çawa ye?”
Allah Teala wiha kerem kir:
Ew ebdên ku min hilbijartine. Min ji wan re bexçe amade kirin, min şitlên wan bi hêza xwe çandin û deriyên wan mor kirin da ku yên din wan nebînin. Çavan nedîtiye, guhan bihîstîye, ne jî mirovî bereketa ku ji wan re hatiye amadekirin xeyal kiriye.
Mehmet Kuçuk
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…