Çîrokên Watedar | Kesê ku bibexşîne tê bexşandin

Carekê mirovekî dewlemend hebû. Xwedê gelek mal û milk dabû wî. Vî mirovî jiyana xwe di nav aramî û xweşiyê de derbas kir. Lê rojekê ew jî wek her kesî çû rêwîtiya xwe ya dawî. Mal û milkê wî û hemû dewlemendiya wî ya madî li dinyayê ma.

Êdî dema hesabdayînê bû. Mîna her mirovî, ew jî ji bo qenciya herî biçûk an jî xerabiya herî biçûk a cîhanê dê bihata xelat kirin. Niha ew ji bo vê yekê li ber hizûra Xwedayê mezin bû. Jiyana axretê tu veşartin tune bû. Her tişt pir zelal bû.

Xwedê Teala jê re got:

– Ey evdê min! Min gelek tişt dane te. Te ji bo min çi kir? Çima tu hatî cem min?

Mêrik got,

Ya Rebbê mezin! Tu jî dizanî ku ez mirovekî efûkarbûm. Li hember mirovan tolerans bûm. Gava yekî muhtac dihat, min jê re alîkarî dikir. Min deynê wan kesên ku nikarin deynê xwe bidin dibexşand.

Xwedayê mezin ji milyaketên xwe re wiha got,

Vî zilamî berdin, min efû kir! Em ji xulamê xwe zêdetir hêjayî efûkirinê ne.

Belê, li wan kesên ku di dinyayê de arîkariya bawermendan dikirin, di roja qiyametê de jî Xwedê Te’ala bi vî awayî hesabê wan sivik dike, bi rehmê xwe li wan re alîkarîyê dike.

Mehmet Kuçuk

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Çîrok | Karwan û Eşqiya

Tê gotin li ser axa Yewnanan pêşiya karwanek hat birîn. Dizan karwan şeland. Dest danîn …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *