Dibe ku haya me jê tune lê dem pir bi zû diguhere û tiştên ku berê di sedsalan de dibûn niha salekê de dibin û guherînên mezin jiyana me serûbin dikin.
Pir dema em nizanine çi kîcax hatiye guherandin û em dev êdî tiştên ku hatine guherandin berdidine. Guherandinên jiyanê me de jî zêde ne lê yên ku niha li dinyaya ku em tê de dijîn hîn zêde ne. Di nav van de guherandina herî ecêb û bala mirov dikşîne ‘hişê çêkirî’ ye.
Gelek Şîrket/Kompanya li ser hişê çêkirî disekinin û gelek beşan de bikar tînin. Niha dibe ku haya me zêde li ser tune lê demeke nêz de dê dîrek mudaxaleya jiyana me bike û pir kesan bê kar û bê biryar bihêle.
Min çend rojan pêş niha videoyek temaşe kir li Çînê roboteke jin wek mirovan diaxive, dimeşe û bersivan dide dît ev jî nîşanî me dike ku dê ji bo jiyana me de em bibin xwedîyên hevalên dilsoz rê de ye.
Divê kurd û ev pêşketinan bişopînin û di xebatên xwe yên rojane de an jî yên kurdî da bikarbînin. Ez xwe gelek dema bikar tînim. Pirr dema ez jê jî dişêwirim û biryarên xwe li gor wê distînim. Çima ne be?
Firat Bawerî
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…