Qrîza dil ji gelek sedeman pêk tê. Ev nexweşî bi taybetî dema ku xwîn nagihêje masûlkeyên dil pêk tê. Piranî caran damarên ku xwînê digihînin dil teng dibin an jî tên girtin. Ev jî dibe sedema kêmbûna oksîjenê di dil de.
Sedemên sereke yên vê nexweşiyê ev in: cixare, tansiyona bilind, şekir, kolesterola bilind, obesîte, stres û xemgîniya zêde, tevgera kêm û jiyana bê spor, xwarina nebaş û pirr çewrî. Her wiha faktorên genetîk jî bandorê li ser vê nexweşiyê dikin. Eger di malbatê de kesên ku qrîza dil derbas kirine hebin, rîska we jî zêdetir dibe.
Temenê bilind, zayendî (mêr zêdetir rastî vê nexweşiyê tên), û hin nexweşiyên din ên kronîk jî dikarin bibin sedema qrîza dil. Herwiha dema mirov rastî enfeksiyonên giran tê, ev jî dikare bandorê li ser dil bike.
Ji bo parastina ji vê nexweşiyê, divê mirov jiyaneke bi rêkûpêk bijî, spor bike, xwarinên tendurist bixwe, cigareyê venexwe û kontrolên xwe yên tenduristiyê bi rêkûpêk pêk bîne.
Ji bo çareserîyê em çi bikin?
Ji bo parastina ji qrîza dil, gelek xalên girîng hene ku divê em li ser wan baldar bin:
Xwarin û vexwarin:
– Xwarinên kêm xwê
– Şînkahî û fêkiyên teze
– Goştê spî û masî li şûna goştê sor
– Kêmkirina xwarinên rûnî û qeliyan
– Vexwarina ava têr (rojê herî kêm 2-3 lître)
Tevger û spor:
– Rojê herî kêm 30 deqe meşîn
– Sporeke sivik lê berdewam
– Derneketin ji malê di germahiya zêde de
Jiyana rojane:
– Dûrketina ji stresê
– Raketina têr (7-8 saet)
– Terka cigareyê
– Kontrolkirina kêşa laş
– Dûrî alkoholê
Kontrolên tenduristiyê:
– Kontrolkirina tansiyonê bi rêkûpêk
– Çêkirina testên kolesterolê
– Kontrolkirina şekirê xwînê
– Serdana bijîşk bi rêkûpêk
Her wiha divê em nîşanên qrîza dil baş nas bikin:
– Êşa sîngê
– Tengezarî
– Xwêdana zêde
– Westîna bê sedem
– Êşa mil û stû
Dema van nîşanan dîtin, divê em herin nexweşxaneyê.
Çandname
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…