Sûreyê Rehman

Sûreyê Rehman 78 (heftê û heşt) ayet e. Li Mekkê daketiye. Sûre, navê xwe ji ayeta pêşîn Er Rehman girtiye. Ew jî navekî Xwedê ye. Bi maneya Mihrîvan e. Yanî yê ku li dinyayê rehmê li her tiştî dike û risqê wan dide û mexlûq jê hez dikin.

Bi Navê Xwedayê Reḥman ê Reḥîm

1. Ew Xwedayê ku rehman e…
2. Quran (bi pêxember) daye fêrkirin…
3. Însan afirandiye…
4. Ew fêrî axaftinê kiriye.
5. Roj û heyv li gorî hesabekî tevdigerin.
6. Giya û dar (ji Xwedê re) diçin sicûdê.
7. Asîman bilind kiriye û şehîn (û pergala edaletê) daniye.
8. Zinhar di kêşanê (û mêzînê) de neheqiyê nekin.
9. Kêşanê bi edaletî bikin û di şehînê (mêzînê) de kêmasiyê mekin.
10. Erd ji bo hemû mexlûqan daniye û raxistiye.
11. Her texlîtê fêkî û darxurmeyên xwedanxonçe tê de ne…
12. Libên xwedan qaşil (dexl û dan) û rihan (giyayên bibêhn) tê de ne.
13. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
14. Xwedê însan, ji heriya pahtî mîna heriya ku bi pahtinê bûye kevir afirandiye.
15. Cin jî ji guriya êgir a bêdû afirandine.
16. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
17. Ew Xwedayê her du rojhilat û her du rojavayan e.
18. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
19. Xwedê herdu derya (ya şîrîn û ya şor) herikandin ku ew digihên hev.
20. Di navbera wan de navberek heye, ew têkilî hev nabin.
21. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
22. Ji herdu deryayan sedef û mercan derdikevin.
23. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
24. Ew keştiyên wekî çiyayan bilind, ew ên ku mirovan ew çêkirin û di behrê de
dikişin, her yên Xwedê ne.
25. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
26. Her çi tiştên ku li ser erdê hene tev fanî ne.
27. Lê belê Xwedayê te ku xwediyê mezinahî û keremê ye, dê baqî bimîne.
28. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
29. Yên ku li erd û asîmanan hene tev daxwazên xwe jê dikin. Ew, her gav di karekî ji hev cuda de ye.
30. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
31. Gelî îns û cinan! Em ê ji (hesabê) we re jî vala bibin.
32. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
33. Gelî civata cin û însanan! Eger hûn dikarin ji aliyên erd û asîmanan (ji binê desthilatiya me) derkevin (û neyêne heşrê) de derkevin. Lê belê hûn bêyî hêzekê nikarin derkevin (ew hêz jî ji bo we ne mimkun e).
34. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
35. Bi ser we de guriya agirê bêdû û risasê helandî dê were şandin û (hingê) hûn
nikarin arîkariya hev jî bikin.
36. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
37. Gava asîman biqelişe û bibe wekî sorguleke mîna zeyta kelî.
38. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
39. Ha wê rojê ji tu însanî û ji tu cinekî gunehê wî jê nayê pirsîn.
40. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
41. Gunehkar, bi nîşanên xwe têne naskirin, bi perçem û lingên wan têne girtin (û di cehenemê tên werkirin).
42. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
43. Ha ev, ew cehennem e ya ku gunehkaran pê bawerî nedianî.
44. Gunehkar di navbera dojehê û ava kelî de diçin û tên.
45. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
46. Ji bo kesê ku ji rawestana li ber destên Rebbê xwe ditirse, du cenet hene.
47. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
48. Herdu cenet jî xweydarên bi çiql û fêkî ne.
49 Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
50. Di herdu cenetan de du kanîyên ku diherikin hene.
51. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
52. Di herdu cenetan de jî, ji her mêweyî du texlît hene.
53. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
54. Xelkê cenetê li ser doşekan paldayî ne ku betanê wan ji hevrîşimê stûr e.
Mêweyên herdu cenetan jî (ji wan re) nêzîk in.
55. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
56. Di wan de dîlberên wisa hene ku çavê wan tenê li mêrên wan e û beriya wan,
ne însekî ne jî cinekî dest nedaye wan.
57. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
58. Ew dîlber her wekî yaqût û mercan in.
59. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
60. Ma xelata başiyê ji bilî başiyê dê çi be?
61. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
62. Ji van herdu cenetan pê ve du cenetên din jî hene.
63. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
64. Ev herdu cenet kesketarî ne.
65. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
66. Di herduyan de du kanî hene ku her û her diherikin (û naçikin).
67. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
68. Di herduyan de mêwe û xurme û hinar jî hene.
69. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
70. Di cenetan de dîlberên exlaqxweş û rûspehî hene.
71. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
72. Horiyên ku di konan de niştecih in û jê dernayên, çavê wan her li mêrên wan e.
73. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
74. Beriya mêrên wan, ne însekî ne jî cinekî dest nedaye wan.
75. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
76. Xelkê bihiştê li ser balgehên kesk û mexfûrên xweşik paldayî ne.
77. Vêca (gelî îns û cinan) ma hûn bi kîjan qenciya Xwedayê xwe bawerî nayînin?
78. Pak û pîroz e navê Xwedayê te, ew xwedanê mezinahî û keremê ye.

Ji Meala Dîyanetê 

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *