Bandora Wergerê Di Pêşdebirina Ramanên Filozofî de

DILAZAD A.R.T
Lêkolîner, Batman
dilazadart@gmail.com

Felsefe berîya zayîne di sedsala 6an de li Yewnana Antîk derketiye meydanê. Wek filozofê yekem Thales tê naskirin. Beriya ku ramana felsefî derkevê bi giştî mirovan li gor ramanên dînî, mitolojîk û efsaneyi jiyana xwe didomandin. Piştî ku felsefe derket qata mirovahîye edî ramanê hişî derket pêş. Her rewş û bûyerên ku diqewimîn êdî li gor ramanên hişî dihatin şîrovekirin û li gor ramanên hîşî dihate bikaranîn. Filozofan di derbarê her mijarê de ramanên xwe diyar kirin. Ev ramanên xwe nivîsîn û wek mîratê ji nivşê nû re hiştin. Di dema felsefeya Filehîye de dêrê tiştê ku ne li gora baweriya Filehiyê ye qedexe kir. Ji bo ku felsefeya dînî li dijî hin ramanên filozafan bû di sedsala 5an de pirtûkxaneya Skenderiye hatiye hilweşandin. Di sedsala 6an de jî akademîya Platon hatiye girtin. Di sedsala 8an de berhemên Porphyrius ji Grekî ber bi Latînî ve hatine wergerandin. Lê Filehan tiştê ku ne dijî baweriya Filehiyêye wergerandin ser zimanên gelen Fileh.

Dema ku dînê Îslamê li cihanê belav dibe bi awayekî sirûştî bi pirtûk û ramanên felsefî re hevnas dibe. Beriya Îslamê li rojhilat bi taybetî wek navêndên Enteqya, Haran, Îran û Skenderiyê wergerên berhemên felsefî yê Yewnana Antîk hatibûn çêkirin. Ev werger bi taybetî bi saya Suryanan wergerên Suryanî bûn. Di sedsalên 8-9an de erdnîgarîya Îslamê de navendê wek Entaqya, Riha, Cundişapur, Haran, Nisebîn û Bexda bûne cihê wergerê. Bi saya van wergeran zaneyên Îslamî ji felsefeya Yewnanî haydar bûne. Bi alîkariya xelîfeyên Abasî di navbera sedsalên 9-12an de berhemên Suryanî, Farisî, Hindî û Yewnanî bi bal Erebî ve hatine wergerandin. Di dema Harun Reşîd de bi navê Beytûl Hikme navendê wergerê hatine damezrandin. Bi vî awayî zaneyên Îslamê hinî felsefê bûn û li ser felsefe xebatên heja kirin. Ji van zanayan hin kes; Îbn Sîna, Xezalî, Farabî, Îbn Ruşd, Îbn Haldûn, El Kindî û hwd. Bi saya felsefê şaristaniya Îslamî ji hêla jiyana rojanê û zanistî ve pêşde çû. Bi gotineke dî mîrata zanînê û felsefê derbasî şaristaniya Îslamê bû.

Di sedsala 12an de cara yekem Rojava an kû Ewrûpa berhemên Yewnana Kevin, Hind û Misirê ku bi Erebî bûn wergerandin ser zimanê xwe. Di sedsala 12an de Konstantinê Efrîqî pirtûkên ku ji Tunusê anîbûn –ê tib ê- li Salernoyê wergerandin bal bi zimanê Latînî ve. Ev rewş heta sedsala 17an didomê. Bi saya van wergeran Rojava jî ronesansa xwe avadike. Her ku di sedsala 8an de bi saya wergerê felsefeya antîk şaristaniya Îslamê pêşde çû, bi heman awayî saya wergerên sedsala 12an jî şaristaniya Rojava ronesansa xwe ava kir. Ji van zaneyên Rojavayî hin kes; Machiavelli, Kopernik, T. More, F. Bacon, Galileo, Descartes, Spinoza, J. Locke, Newton û hwd.

Wek encam werger di pêşdebirin û avakirina şaristaniya de roleke sereke lîstiye. Werger wek pirekê di navbera şaristaniyan de wazîfeya xwe bicîh anî ye. Îro jî zanist bi saya wergerê li cîhanê belav dibe.

Kanun, 2023, Batman

About Dilazad ART

DILAZAD A.R.T (Jiyan û Berhem) Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024 û TigrisSophia de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî ye. Filmografî Dokumenter 1- Dom – Şêwirmend 2- Bûkên Sûri – Senaryo 3- Fotograf – Senaryo, Derhenêr Kurtefilm 1- Hêvî – Senaryo, Derhenêr 2- Yanlış Bilgi – Senaryo, Derhenêr 3- Mîras – Senaryo, Derhenêr Wekî dî di saziyên sivîl yên civakî de aktîv dixebitê. Saziyên Sivîl yen Civakî 1- Mezopotamya Sanat Derneği – Pêşewa (Serok) 2- NuspekDer – Endamê Reveberiye 3- Piling Spor Kulubü – Endamê Reveberiye 4- Mezopotamya Barış Akademisi – Pêşewa (Serok) 5- Mezopotamya Kültürel Miras Araştırmaları – Pêşewa (Serok) Heta niha 55 pirtûk weşandine. (31ê Kanuna 2024) BERHEMÊN KURDÎ 1- Destana Evînê, 2010, 2- Ramanên Azad, 2010, 3- Tûrik, 2011, 4- Winda, 2012, 5- Lêkolînên Kurdî I, 2013, 6- Lêkolînên Kurdî II, 2013, 7- Tûrikê Çîrokan, 2015, 8- Çanda Xwarinê, 2016, 9- Lêkolînên Kurdî III, 2017, 10- Helbestên Binbêjingê, 2017, 11- Bexçê Çîrokan, 2017, 12- Çîrokên Şevên Direj, 2017, 13- Demsala Pirpirînkên Azadiyê, 2017, 14- Sînemaya Cîhanê, 2017, 15- Sînemaya Kurdî, 2017, 16- Kaos 2.0, 2018, 17- Destpêk û Dîroka Sînemayê, 2018, 18- Kurdîpedîa, 2019, 19- Lêkolînên Folklorê I, 2019, 20- Lêkolînên Folklorê II, 2019, 21- Lêkolînên Folklorê III, 2020, 22- Tenê Guhdariya Bêdengiyê Dikim, 2020, 23- Dengvedana Derengmayî, 2021, 24- Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî, 2022, 25- Reşbelek, 2023, 26- Felsefe Şoreşa Hiş û Rêya Rastiye, 2024 Berhemên Ku Wergerandine Kurdî 1- Rîsala Aborîye, 2010, 2- Wateyên 12 Suretên Qur’an a Pîroz, 2011. PIRTÛKÊN TIRKÎ 1- Nûpelda, 2001, II. Baskı 2012, 2- Taşa Yazı Yazmak, 2010, 3- Kurşunlar Yürek Ağlattı, 2011, 4- Yolcu, 2011, 5- ġagird, 2012, 6- Başkaldırı Şiirleri, 2012, 7- Dijle‟nin Çocukları, 2012, 8- 35 Bomba Roboskî, 2012, 9- Dom Kayıp Kavim, 2017, 10- Üçüncü Cephe, 2017, 11- Kürt Sendromu, 2017, 12- Komist, 2017, 13- Şemamok Kokusu, 2017, 14- Corduene Tabletleri, 2018, 15- Papyrus, 2018, 16- Karantina Günlerinde, 2020, 17- Yeni Bir Bakış Açısı İnşa Etmek, 2020, 18- Vahşi Toplumlar, 2021, 19- Sosyolojik Analizler, Ekim 2021, 20- Sosyolojik Analizler II, Kasım 2021, 21- Sosyolojik Analizler III, Aralık 2021, 22- Peripatetik Retorika, Ocak 2022, 23- Tabula Rasa, Şubat 2022, 24- Aile Olabilmek, Mart 2022, 25- Eğitim Üzerine Araştırmalar, Ocak 2023, 26- Apologia, Mayıs 2023, 27- Mimesis, Haziran 2023.

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *