NEMA ZANIM

Nema dikarim ez te bibînim,

Bê te nema zanim çi bikim.

Nema zanim gazî kê bikim,

Şeva xwe li kêderê qonax kim.

 

Te pişta xwe da min hew vegerî,

Tu çû nema zanim bi kuda çûyî.

Bostanê me ji binî de sitûxwar ma,

Dilê min naxweze tê de bigerim.

 

Çivîkê ber baca xaniyê me jî çûn,

Zanîbe ew jî bi sitûxwarî sêwî man,

Êdî nema her sibeh denga bibîhîzim.

Ken êdî ji dilê min de nayê bikenim.

 

Mijê gotiye ser û serê çiyayên me,

Ji kûr de tê dengê zûrîna guran.

Dil di qefsinga min de leriz girtiye,

Dîn û gêjim nema zanim ku de herim.

 

Tu çû li para xwe nezivirî êdî navînim,

Gelo çi bûyer bi serê min de qewimî.

Dest û nîgê min girêdeyî mame.

Şevê li kuderê nema zanim qonax kim.

 

Behçet Ateş : 20-09-2024

About Behçet Ateş

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *