Duaya Tezîyê/Şînê

Xwedayê min!

Hemd, bêdawî ji te re be. Bila silav û selamet li ser wan pêxemberên ku te wek rêber şandine, bi taybetî jî li ser pêxemberê me yê ezîz Mihemed Mistefa (sxl), li malbata wî, li eshab û malbata wî be.

Xwedayê min!

Te em afirand, haya me ji hebûna Te çêbû, te evîna xwe di dilê me de neqand, te em bi bereketa xwe kirin misilman û em kirin umeta Hebîbê te Mihemed Mistefa (sxl). Spasiyên bê dawî ji te re!

Xwedayê min!

Me ji rêya Quranê qut neke. Em her tim li gorî sunneta Pêxemberê xwe tevbigerin, em exlaqê xwe bi ehlaqê wî bixemilînin, hezkirin û şefaeta wî ji me re zêde bike. Ji bo xatirê rojên pîroz, keremê bide me hemûyan ku, em rastiyê wekî rastî binasin û guh bidin wê, derewan wek derew bibînin û jê dûr bikevin! Ji bo aramiya miletê me, ji bo namûsa ummetê û ji bo pîroziya têkoşîna me bi ser bikeve; Ya Xwedayê min, me ji bela û musîbetan rizgar bike!

Xwedayê min!

Ji bo xatirê demên manewî, te’mîrkirina dilên şikestî, ji nûve avakirina dilên birîndar, ji holê rakirina çavnebarî, kîn û nefretê, avakirina pirên/kopriyên hez kirin, dilovanî û biratiyê bide me û me di guneh û dijminatiyê de nehêle; Me bike ji wan ên ku di qencî û teqwayê de alîkariya hev dikin!

Xwedayê min!

Bi hurmeta Qur’anên ku hatine xwendin, selat û selaman, xêr û hesanatan, emelên salîh ên ku hatine kirî bi şiklê herî xweş li cem xwe qebûl bike! Ew xêr û hesenatên ku çêbûne; Beriya her tiştî em diyarî giyanê pîroz, latîf, pak pêxemberê xwe yê ezîz Mihemed Mistefa (sxl) dikin. Me ew diyarî giyanê hemû pêxemberên din, Ehlê Beyt, eshabê kîram, alimên xwe, mezinên xwe yên ku koçî axretê kirine û hemû bawermendan kiriye.

Xwedayê min!

Ev duayên ku em dikin, hemû rûhê kesên wefat kirî yên ku ji diayên me re “amîn” dibêjin re dîyarî dikin, me hîsedar bike Xwedayê min!

Xwedayê min!

Miletê me ji her cure karesatên esmanî û bejayî, qeza û aloziyên wek lehî, erdhêjî biparêzin. Me her tim di nava sihet û bextewariyê de bihêle, me nede tengasiyan û me li çareyekê bigerîn, me nehêle bin êşên bêtehemûl, me nehêle di tengasî û zehmetiyan de, netîceya me qenc bike, dinya û axretê me saadet bike. Ey Xwedayê min, me ji xeynî xwe girêdayê kesekî din neke û me layiqê xwe û evîna xwe bike!

Tu efû dikî, ji efûkirinê hez dikî, me jî bibexşîne!

Xwedayê min!

Miletê me yê mezlûm û axên me yên îslamî bi merhamet, bereket û xêra xwe geş bike. Aştî, ewlekarî û baweriyê bide miletê me. Li ku derê dinyayê dibe bila bibe; Alîkariya bindest û bêçareyên ku ji birçîbûn, xela û belengaziyê dikişînin bike; alîkariya xwe ji me dûr nexe.

Îradeyê bide me ku em li gor rûmeta Îslamê tevbigerin û li hember her cure xerabî, neheqî û zilmê bisekinin. Ji bo vê yekê hêzê bide me. Ya Xweda, me ji vê hişmendiyê qut neke! Ya Xweda, li hember her cure fesadî, neheqî, hîle û xefikan têgihiştin û şiûrê bide me!

Miletê me yê mezlûm şad bike! Li me, dê û bavên me û hemû bawermendan bibexşîne! Li dinya û axretê xêr û xweşîyê bide me. Ya Xweda, tu ji me re îradeya jiyana misilmantiyê bide û nefesa me ya dawî : “Eşhedu en lâ îlahe îllallah ve Eşhedû enne Muhammeden abdûhû ve resûlûhû” biqedîne! Bi litf û kerema xwe, destên me ji te re vekirîne, dilê me yê ku bi evîna te tije, li benda merhamet û dilovaniya te ye vala nezivirîne/doş neke; Xwedayê min dua û nîyazên me qebûl bike!

Rabbenâ âtinâ fîd’dunyâ haseneten ve fîl’âhîretiî haseneten ve qînâ azâbennâr..
Rabbîcealnî mugiyme’s-salâtî ve mîn zurrîyyetî, Rabbenâ ve teqabbel dua…

Rabbenâx fîrlî we lî walîdeyye we lîlmu’mînîne yewme yekumu’l hîsâb. Bîrahmetîke yâ Erhamerrahîmîn.

Ve selamun alel murselîn wel hamdulîllahî Rabbiîl alemîn – el Fatîha….

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *