Sonda Şivên – Çîroka Xapandinê

Rokê, pezê şivankî dikeve gidişa malikekê û xwedîyê gidîşê û şivan dikevin pêxîra hev. Xwedîyê gidîşê bi ser şivên da dihere jî şivan qet li xwe nagire. Xwedîyê gidîşê, xwe li şivên radikişîne. Hindik dimîne ku di textikê ‘inya hevdu da lê xin. Hal û malê xwediyê erd, gidişa wî ye.

Piştî ku topa wan li nava gund diteqe, gundî û cîran dikevin navbera wan. Ji bo ku xwîn nerije, gundî bi çeplê her duya digrin û wan dibin cem ocêx. Wextê gundî û cîran wan dibin cem ocêx, şivan bi rê da radihêje marmarokekî û dixe paxla xwe. Civat rûdinê û ocax tê çen şîreta li her duya dike, lê nabe. Xwediyê erd dibê, heta vîya sond nexwe dilê mi nakeve cî. Li ser peyva wî, şivan destê xwe li ser dilê xwe, li marmaroka di paxila xwe dixe û dibê, “Eger pezê mi ketibe gidîşa vî camêra, bila Xwedê li vî canî bixe!”

Dibên, wextê ku şivên sond xwar û ji cem ocêx fiskirand, marmarokekî mirî ji nava kirasê wî ket xwarê. Ocax ji dêvla ku li ruhê şivên bixe, li ruhê marmarokê xistîye!

Çavkanî: Pirtûka Payîzxêr – Sadiq Ûskan r.71 

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Çîrok | Karwan û Eşqiya

Tê gotin li ser axa Yewnanan pêşiya karwanek hat birîn. Dizan karwan şeland. Dest danîn …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *