Death after life or afterlife concept as a reincarnation symbol or suicide and moving on as a transition to heaven or eternity icon in a 3D illustration style.

MIRIN Û JIYAN

Xweda cc di Qur-ana pîroz de, di sûrey Enbiya ayeta 35 de ji bona tevahî zindiyan ewha ferman kiriye.

نَفْ ٍس ذَا ِئ َق ُة ا ْلمَ ْو ِت َونَبْ ُلو ُكم ِبال َّش ِّ ر َوا ْل َخ ْي ِر ِفتْنَ ًة َوإِ َل ْينَا تُ ْر َج ُعو َن

Kullu nefsûn zerîqetul mewt. We neblûkum bîşşerrî wel xeyrî fîtneh ( fitneten ) we îleyna tûrceûn ( tûrceûne )

Wateya vî ayetê tevahî zindiyên ku nefes digrin rojeke jiyanê ji dest didin ango mirinê dijîn û terin ber dilovaniya xwe.

Berdewama ayetê ( hûn bi kirdarê xwe, ango bi qencî û xeraviyên xwe ve jiyaneke ezmûnî dijîn. Dawiya jiyanê her zindî bi ezmûna ku gerdûnî de jiyaye, bi tevê tevahî qenciyên ku pêk anîne û bi tevahî xeraviyên ku bikar anîne terin ser dilovaniya xwe û hesab didin xweda cc.

Bê guman bi gora terîfa Qur-anê dawiya mirinê de jiyan berdewame û kesên ku kirdarên qencî pêk anînin terin bîhuştê û kesên ku fîtne, fesadî û îftira ên xeravî bikar anînin jî terin dojehê.

Bes tu kesekî nikare bigîhîje endcama dawiya mirinê ezmûna wî bi çi xelatê diyarî digre, bîhûşt anjî dojeh, bilî Xweda cc tu kes nizane, lewra tenê Xweda cc ellahûl elime, ango Xweda cc bi dawiya ezmûnê dizane.

Bê guman tevahî zindiyên ku bi nefesê dijîn dema wehdeyê jiyanê qediya, ango dawiya jiyana xwe de bi sedemakî dibe sebebê dawiya nefes girtinê û jiyana xwe ji dest dide tere ber dilovaniya xwe û ezmûna jiyana gerdûnî de jiyaye ezmûnê dide Xweda cc.

Bes tevahî zindî rojeke mirinê dijîn.
Taybetî mirovahî di têgeha jiyanê denin û zanin ku ewê rojeke jiyan bi dawî dibe û mirin heye.

Ew kesên ku qencin di dilê mirovahî de û taybetî di dilê civaka ku navde dijîn de ciyekî bi qedir û rêzik cihê xwe digrin û civak jêre dua dikin, dû mirina wan kesên ku qenciyan pêk anînin re dibêjin Xweda jê razî be.

Bes mexabin ew kesên ku bûye sedema kirdarên xeraviyan jî, di nava civakê de wekî gunehkar tê bibîr anîn û tu kesekî bi dilsozî ji bo wî kesê re navêjin Xweda jê razîbe.

Tevahî daxweziyên me ewe ku em bibin ji wan kesên ku di jiyana zindîtî de qenciyan bikar tînin û kesên digêhêjin endcama têgehê qencî û xeraviyan.

Bê guman mirov ne ferîştehin, her kesek bi awayek bi gora têkiliyên civakî û perwerda jiyanê de, di kirdarên xwe de xeletiyan pêk tînin, bes a girîng ewe ku mirov xwe lêpirsîn bikin û dema jiyana xwe de tespîtên xeletiyan kirîbe, bikaribe lêborîn ji xwe û bi kesên ku pêre xeletiyan bikar anîbe bixwaze.

Hînga ew kesa dibe kesekî xwedî tercûbeyên jiyanê û dikare bigêhêje endcama xeletî û qenciyan, di nava civakê de dikare bibe kesekî mînak û bibe endamê nûnertiya rêveberiya civakê.

Behçet Ateş: 07-06-2024

About Behçet Ateş

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *