Bernameya Kahniya Dengan

Bi hevkariya Bahwar-Der û Liberty Sanat li Stenbolê bernameya Kahniya Dengan hate li darxistin.

Di 25ê meha Gulanê de roja Şemiyê di navbera seat 17-20an de şahiyeke ku ji çavkaniyên Kurdistanê derketiye li Sefaköy Kültür ve Sanat Merkezi de derket pêşberî Kurden ku li Stenbolê dijîn re.
Bi hevkariya Bahwar-Der û Liberty Sanat û gelek saziyên dî yên Kurdan ku li Stenbolê dijîn şahî bi beşdarbûna hûnermend, dengbêj û komên folklorê berdewam kir. Yusuf Roman, Ekremo, Mihemedê Serhedî, Mihemedê Beyro, Ebînên rêzan, Koma Herema Mêrdîn (Folklor) û Kerim Ersan şeveke ku gel têrî stran, govend û dengebejîye bûye derkete meydanê. Bername bi koordinatoriya Resul Îzgin û Evînên Rezan amade bû.

Bi pêşkeşvaniya Hûnermend Resul Îzgin bernameya Kahniya Dengan bi tevahî bi kurdî hemû temaşevan dilxweş û dilşad kirin. Ji bo bernameye Resul Îzgin wiha axivî: ‘Ev bername ji bo kesên ku ji welatê xwe dûr an ku Kurdên ku li Stenbolê dijîn wek şeveke hevnasîn, xwedî lê derketina çanda Kurdî û moral dayin çêbû. Bi saya vê bername çanda Kurdî bi nifşê nû da naskirin. Stran, dengbêjî û govendên me derfeta ku xwe ji nûjen ve bide naskirin armanca vê bername bû û ev arman biserket. Em serfîrazin ku me bernameyeke bi vî rengî amade kir. Di serî de ji hevkar û piştevanê bername re û dûvre ji gelê re ku em bi tenê nehiştin û beşdarî bernameya me bûn li ser navê komiteya amadekariye spasiyên xwe pêşkeş dikim. Hêvidarim ku bernameyên bi vî rengî her sal werin çêkirin.’

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *