Di bin kon de mirovek li wî mandin û gotin:
- Peyayê han bi wêrekî û mêrxwasiyê naskirî ye, wî jî negot erê, an na, yan çawa?
Lê tenê çend pirs derbarê wa wêrekî ji yên derdorî xwe kirin û gote wan:
- Gelo mêrxasê we di ti pêşbirkên êl an herêman an yên li ser asta dewletê an cîhanê de beşdarî kiriye?
Li devê hev mêze kirin û gotin:
- Na
Ma bi neyarê gelê xwe re tu carî şer kiriye?
- Na
-
Ma bi biyaniyan re ketîye cengên giran û sax vegeriye?
-
Na
-
Ma ti bûyer di navbera wî û kesayetê zordar de derketine holê?
-
Na
-
Ma wa camêrî xwe ti carî di malbatên şerûd û şerxwaz daye?
-
Na
-
Ma ti carî xwe di kesên xwedî post û pile bilind û hêzdar di desthilatê de daye?
-
Na
-
Ma ji merivên derdora xwe pê ve pevçûn bi kesî re kirine?
-
Na
-
Ê gelo ev lehengê çî ye?
Ev tenê mîna dewarê bi dirêjiya hevsêr girêdayî ye û di wê rûbarê de diçêre, yanê tenê hêrs û qehremaniya xwe li derdor û merivên xwe mandiye!
Vî camêrî pêlewantî nasnekiriye û tenê li dor singê xwe aliye.
Majêd a Mihemed
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Ev nivîs ji berhema me ya bi navê Morîkên Rojnivîskê hatiye wergirtin.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…