Şanoya Şaneşîn bende alîkariya we ye!

Li Mêrdînê Şaneşîn Performan sahneyeke alternatîf ava dike lê pêdiviya wan bi piştgirîya we heye. Bi kombine bilêtekê ji we alîkariyê dixwazin.

Şaneşîn Performansê agahiyeke wiha belav kirin.

Merheba şanohezên hêja,

Ev du sal e em li Mêrdînê bi navê Şaneşîn Performansê xebatên çandî dikin. Niha jî em ji bo xebatên nû sahneyekê ava dikin û di meha cotmehê de em ê bi lîstikên xwe yên nû li hemberî temaşevanên xwe bin. Di vê proseyê de ji hêla aborî ve em gelek zehmetîyan dibînin. Em dixwazin ku hûn jî bibin şirîkê vê hunerê û alîkariya me bikin. Lê hûn ê çawa alîkariya me bikin? Di Sezona nû de me niyet e ku em bi çar lîstikên nû derkevin hemberî temaşevanên wê. Em ê ji bo van çar lîstikan û çalakiyên Şaneşîn Performansê yên din jî bo temaşevanên xwe qertên kombîneyê amade bikin. Bi saya van qertan hem hûn ê bibin mêvanên me hem jî alîkariya me bikin.

Ji bo kesên ku dixwazin alîkariya me bikin.
Têkilî: DM-05425538480

Ligel silavan…

Çandname

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *