
Du berhemên nû yên helbest û çîrokan ên jinan li ser navê Komeleya Wêjekarên Kurd derket.
Berhemên bi navê Çîrokên Jinên Wêjekar û Helbestên Jinên Wêjekar li ser navê Komeleya Wêjekarên Kurd derket. Berhema Çîrokên Jinên Wêjekar ji çîrokên ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin pêk tê û amadekariya wê jî ji aliyê rojnamevan û nivîskar Roza Metîna ve hatiye kirin. Berhema Helbestên Jinên Wêjekar jî ji helbestên ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin pêk tê. Amadekariya vê berhemê jî ji aliyê Zozan Gulan û Nurcan Delîl ve hatiye kirin. Her du berhem jî bi zaravayê kurmancî ne.
Berhemên bi keda jinan hatine amadekirin bi zimanê kurdî hatine nivîsandin. Berhema Çîrokên Jinên Wêjekar 192 rûpel in û çîrokên 35 jinan tê de cih digirin. Helbestên Jinên Wêjekar jî 208 rûpel in û helbestên 79 jinan tê de cihê xwe digirin. Her du berhem jî ji Weşanxaneya J&J der çûne. (MA)
Gotara berê: Romana Semerqand – 33 (Amîn Me’lof)
Gotara piştî: Gelo xwarinên amadekirî çiqasî bi tenduristin?
Gotarên Têkildar
Zarokname – Pêşdibistana Zarokan
PDF I Ferhenga Derûnnasîyê DERKET I Hûn Kanin Daxînin
PDF | Çend Pirtûkên Zarokan | Daxînin an jî Bixwînin

