Xanedana Şedadiyan (Xanedana kurdan)

Şedadî (carina Şeddadî tê nivîsandin) navê dewletekê ye ku di sala 951ê (340ê hicrî) de ji aliyê Şedadiyan ve li herêma Erana bakurê Azerbeycanê (Başûrê Qefqezê) hatiye damezrandin. Vê dewleta Kurdan heta sala 1164an xwe ser piyan girt. Bajarê Anî (li Qersê, Tirkiye), Tiblîsî (Gurcistan), Demirqapî, Qerebax, Naxçivan, Gence (li Azerbeycanê ye), Divîn (li Ermenistanê ye)
Dewleta Şedadiyan, di sala 951ê miladî de bi destê Muhemmedê kurê Şedad ve li (Başurê Qafkasya) hatiya sazkirin. Ev dewlet, yek ji wan dewletan Kurda yên ku di dema Îslamiyatê da hatine sazkirin. Bi rastî ev dewleta kurdî, gelek xurt û temen (umir) direj bû ye. Sinorên wê pir fireh bûye, hemu bi vê dewletê ve girêdayi bûne. Di wê demê de li başur jî hukumeta Merwaniyan, li rojhilat hukumeta Hesnewiyan hebûye. Ev devlet ji aliye çardeh hukumdarên Şedadî ve hatiye îdarekirin. Lê belê bi êrîşa Melikşah hukumdarê Selçuqî li ser wê herêmê di sala 1075an de dawî lê hatiye.
Piştî dîlketina Salar Marzûban Muhemmedê keyayê Musafirogullari di sala 948an de Mihemed Şedad Qartû (Mihemedê kurê Şedad) cihê wî girt. Muhemmed Şedad Qartû pêşî tenê keyayê Debîlê bû, lê di 951ê de li tevahiya Azerbaycanê bû desthilat. Herçend tê gotin ku dewleta Şedadiyan di sala 1164’an de hilweşiyaye jî em ji kitêbeyeke ku Key-Siltanê Şedadî li Aniyê daye nivîsandin dizanin ku wî heta 1198an desthilatdariya xwe meşandiye. Li gor hin çavkaniyan Şedadî bi êrîşa xundekarê Selcûqiyan Melikşah bi ser vê herêmê de di sala 1075an de hilweşiyaye, lê xwuyaye ew bi vê êrîşê qels bûne û heta sala 1198an jî xwe girtine.
Fuat Şerîfoglu

Etîket: Dîrok, Polylang KMR, şedadî, şedadiyan

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Danasîna Pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî a Dilazad ART

Pirtûka “Rastiya Dîroka Oxûz-Turkmen û Kurdan”

Tevgera Neteweyî ya 1925an, Hedîseya Pîranê û Şêx Seîd (1865-1925)

Mîrnişîna Kurdî: Pergalek Siyasî ya Dîrokî

Armancê Kovara Jînê

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle