Mêjiyê me bû dew
Dostê me bûye kew
Kêşeyek pir mezin
Kul û derd û gazin
Tiştê me ji hev dît
Hin xiniz û hin mît
Bûne dostê dijmin
Her roj hev dikujin
Li ber hev bûne şêr
Wey ew roj ne bi xêr
Ku hûn bûne rêber
Xwedî maf û malper
We ziyan kirin kom
Roj û sal kirin dom
Karê we pîs û çewt
Bo we mirin û mewt
Devê we timî qîç
Siktir bin hûn jî hîç
Ne xwedî soz û doz
Ker nabî hespê boz
Em ji hev dane paş
Werkirin ji ser kaş
Min çiqas bal kişand
Min çav li we gerand
Hemî sînor û têl
Dinav hestî û kêl
Deng hate guhê min
Ji min weye dijmin
Tu çi dikî li vir
Warê keftar û gur
Pora serê min gij
Ber çavê min bû mij
Ziman bûye gulok
Şikestin dest û çok
Min kir şerm û fedî
Got: ma tu bê xwedî
Min got:na ezbenî
Kurdim li her derî
Bi navê xwe xuya
Gernasê ser çiya
Ez ji mîtan û mîd
Bav û kalên egîd
Roj li min bûye şev
Şev û roj wekî hev
Min arvan bire êş
Bû pitpita qerêş
Tevlîhev nîsk û dan
Kurdan welat berdan
Hin diz û qaçaxçî
Milet hiştin birçî
Koçber û penaber
Reviyan ji bo şer
Dijminê me pir hov
Nabin dost û mirov
Êrîş kirin welat
Bi talan û şewat
Da me ji cî rakin
Me ji hev belavkin
Hin zigurd û tolaz
Wek tembûra bê saz
Xwe kirin berpirsyar
Zevî hiştin beyar
Jiyan kirin dojeh
Ji sedî man e deh
Halê me bû zeqûm
Mêvanê me bû bûm
Serê xwe pir hejand
Keserek kûr kişand
Got:mamo were vir
Moral şikest û mir
Ez jî wekî te kurd
Serxetî me ji gund
Leşker li ser sînor
Ez li vir im bi zor
Bakur û Rojava
Cihê kal û bava
Welat kirin çar beş
Wî dijminê rû reş
Dibêjin hûn turkin
Bê ziman û pişkin
Gund tev hiştin vala
Ji cotkar û pala
Zanê me tev girtin
Di zindanan xistin
Em kirin tarû mar
Turko li me siwar
Li hev kirin agir
Ta keda me tev bir
Hin mît hin qureçî
Gel sofî û hecî
Xurt kirin misilmanî
Me qelen ser danî
Partî bûne hezar
Li kê bikin hewar
Rêberê me pir in
Mixabin na liv in
Çav berdane pera
Bûne weke gura
Her yek dibêje ez
Hirç kete di nav rez.
Ehmed Tahir