Peyrewên Mewlana Xalidê Şehrezorî

Peyrewên Mewlana Xalidê Şehrezorî q.s. bi sê beşan dabeşkirin mumkin e.

1. Kesên ku jibo teberûkê, xeynê seyr û sulûkê bûne peyrew.
Hinek ji wan zanayan: Alimê Tefsîrê Îmam Alûsî, Alimê Fiqha Henefîye Îbnê Abidîn, Pêşengê serhildana Qafqasya Şeyx Şamîl… ws.

2. Kesên ku bi seyr û sulûkê bûne peyrew emma ne ku gihêştine asta kemalatê.

3. Peyrewên ku ji Mewlana Xalidê Şehrezor îcaze standine û bûne Xelîfeyên wî.

Hinek ji Xelîfeyên Mewlana Xalid:
– Şêx Osman Siraceddînê Tawilî. Bi îrşada başûrê Kurdistanê me’mûr e.

– Şêx Muhammed Aqrayî. Bi îrşada Cizîr û Botanê memûr e.
– Şêx Seyyîd Taha Şemzînî. Bi îrşada Hekariyê memûr e.
– Şêx Xalid Cizîrî. Bi îrşada Diyarbekrê memûr e.
– Şêx Ebdullah Erzîncanî. Bi îrşada Mekkeyê Mukerrem memûr e.
– Şêx Xalidê Kurd. Bi îrşada Medîneyê Munewwer memûr e

– Şêx Ehmedê Xerbûzî. Bi îrşada Îzmirê memûr e.

Mewlana Xalidê Şehrezor, hema hema her bajarekî Kurdistanê re çend Xelîfe û bajarên Tirk û Îran û Erebîstanê re Xelîfe te’yîn kirine.

Dilbend

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Mesele | Binehişa Welat

Çi ferq di nabêna însên û heyîneyên din de heye? Wesfê însanan ku naşibe heyîneyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *