Di Festîvala Fîlman a Şangayê de navê ”Kurdistan” hat sansurkirin

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Şangay, do destpê kir û heta 20ê Hezîranê dê bidome. Di festîvalê de, fîlmê Kurdî ku navê “Kurdistan” li ser nivîsandî, ew nav hat rakirin.

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Şangay (Shanghai Film Festival) do destpê kir. Fîlmekî Kurdî di pêşbaziya sereke de ye. Ev pêşbaziya sereke ku wekî Pêşbaziya Navneteweyî jî tê zanîn, fîlmê serketî hildibijêre û bi Xelata Qedeha Zêrîn wan xelat dike. Fîlmê Kurdî bi navê “Neighbours” (Cîran) ku ji aliyê derhêner Mano Xelîl (Khalil) ve hatiye çêkirin, di vê beşê de ye. Fîlmên diçin festîvalan li ber tê nivîsandin ku li kîjan welatan hatiye kişandin. Di fîlmê Xelîl de, “Swîsre/Kurdistan” hatibû nivîsandin. Festîvalê pêşî bi vî rengî li ser malpera xwe belav kir, lê paşê ew navê “Kurdistan” rakirin, tenê Swîsre hiştin.

Li gor zanyariyên hatine bidestxistin, ji ber di festîvalê de fîlmekî Tirkî jî heye, dibe ku aliyê wan ve hin destwerdan hatibin kirin.

Peyama Kurd

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

8 rêbaz ji bo ku hûn xwe piştî veqetînê ji nû ve nas bikin

Gelo piştî veqetînek an guhertinek mezin a di jiyanê de, hûn xwe winda hîs dikin? …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *