“Ev lekolîn di derbarê zmanê Medî da mîladeke hee’be-nebe ye

Ev lêkolîna bi zmanê Elmanî “Die Sprache der Meder” = “Zmanên Medan” di sala 2004an da ji aliyê Beyhanî Şahîn de wekî têz di beşa Îndocermenîstiyê da hatiye amade kirin li ba prof. dr. Michael Janda.

Paşê nivîskar  di nav van 17 salan  da dubare û dubare li ser xebitîye heta ku ev lêkolîn bo çapê amade kiriye.

Ev lekolîn ji du beşan pêk tê. Di beşa yekem da fonolojiya zmanên Medî û di beşa duyem da jî ferhenga zmanên Medî hatiye tomar kirin.

Çarçoveya vê vekolînê bi dema zmanên Mediya kevin va hatiye sînor kirin, digel formên xwa yên kevintir Arî û Îndo-Ewrupî. Zmanên dema Mediya navîn (ji berî mîladê 450an heta 1000 salên piştî mîladê) pirr kêm tê da hatine bi cî kirin.

Ligorî vegotinên Beyhanî Şahîn bingeha hemî zmanên Medî jî Proto-Kurdî ye, û tuşî serdema 1750 salên berî mîladê dike. Ew dibêje zmanên Medî zmanên Îndo-Ewrupî ne.

Ligorî van vekolînan tê peyt kirin ku peyvên zmanên Medî li ba Asuran, Araman, Farsan, Akkadan, Babîlonan, Lîkiyan, Lîdiyan, Misiriyan, Yunanan, Latîniyan, Cihuyan u hwd. hatine tomar kirin, lê bi taybet jî navên Medan. Mesele peyvên Medî pari-dai̯za- “bihişt” û magu- “magî, sihir” paşê derbazî hemî zmanên Rojhilata Navîn û Ewropî jî bûne.

  1. Şahîn dibêje di zmanên Medî da 26 dengên (herf) bingehîn, 3 vokalên dirêj û 2 dîftong hene:

a, i, u, b, č, d, f, g, h, ǰ, k, lˀ, m, n, p, r, , s, š, t, ϑ (th), v/, x, y/, z, ž

Sê vokalên drêj: ā, ī, ū

Du dîftong: ai̯ (ay), au̯ (aw)

Nivîskar Şahîn , dubare girîngiya vê berhema dîrokî ya di Kurdolojiyê da tîne zmên û divêje. “Ev lêkolîn di derbarê zmanê Medî da mîladeke hee’be-nebe ye, bi taybet jî jibo Kurdan”.

 

Die Sprache der Meder

Nivîskar: Beyhanî Şahîn

Ziman:Almanî

319 Rûpel

Sal:2021

Îzmîr

Weşanên NA

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Helbest | Rewşa Zana û Nezan

Bîr, bi zanistîyê ronî ye L’ba hişronî şev wek rojê ye   Heger hişê te …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *