Xweşbext im

Di bin ezman ê xwezînê

li ser ax a Mem û Zînê

bi cancoş a dil lerzînê

Pêrgî te hatim lê dînê

Di hewl a li xwegerînê

bi canşikest û girînê

bi êş û jan a birînê

Pêrgî te hatim lê Zînê

Bi hest û çavê geşbîê

ger û bizav a xwezbînê

bi zengînî ya bengînê

Pêrgî te hatim Nisrînê

Bejnûbalek rind xuya bû

rûdêm biharek e har bû

canber a hestan diyar bû

Pêrgî te hatim Dilvînê

Jiyan a reşbîn tevgerand

janîn bo jînê wergerand

bextê reş bo spî hilgerand

Pêrgî te hatim Ajînê

Xwezîya xwezîyan yarê

gula hêvîyan  sozdarê

her şox û şengê nazdarê

Pêrgî te hatim hevjînê

 

Mihemed Hesko (birasoz)

Pêncşem, 02.01.2020. Almanya

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Edebiyata Goranî Ya Klasîk

Edebiyata Kurdiya Goranî ya nivîskî ya klasîk li herêma Hewramanê û bi taybetî jî li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *