Rêûresma hespên Erebî

Xwedîkirina hespên Erebî yên resen, ji rêûresma Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê ye. Bi saya hin xwediyên hespan, ev rêûresm heta roja îro hatiye.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî elaqedariyeke mezin nîşanî vî hunerî daye bi rêya organîzekirina mihrîcan û pêşbaziyan.

Têkildarî mijarê yek ji xwediyên hespên Erebî yên resen li rojavayê gundewarên Reqayê bi navê Emmar El-Mihemed got, “Gelek cureyên hespên Erebî yên resen ên heyî wekî El-Seqlawî, El-Hemdanî, El-Mieneq, El-Sebîlî û El-Hêfî hene. Kokên van cureyan gelek kêm in. Li herêmê ji berê ve hespên Erebî yên resen tên xwedîkirin.”

Bilindiya hespên Erebî yê resen di navbera 1.4-1.5 metreyan de ye. Organên laşê wan hevseng in, serê wan biçûk e, enî pehn e, çavên wan fireh in, pozê wan biçûk e, guh û pişt kin in û dûvê wan bilind e.

Rewanbêj

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Ma mecbûre ku em rojê 10,000 gavan bavêjin?

Pir caran feydeyên avêtina 10,000 gavan di rojê de ji bo şewitandina kaloriyan, windakirina kîloyanê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *