Yekemîn pûlê postayê yê kurdî

Yekemîn pûlê kurdî; li ser wî pûlî bi pîtên erebî (Hikumetî Kurdistan Cenûbî) hatiye nivîsandin tê wateya (Hikûmeta Kurdistana Başûr).

Berî 70 salan ji aliyê Hikûmeta Kurdistana Başûr (Hikûmeta Şêx Mehmûdê Berzencî) ve di meha çiriya pêşîn a sala 1923’an de hatiye derxistin û di warê dan û sitandinê di nava dewletê de wek pûlê malî hatiye bikaranîn. Li gor agahiyên Tariq Cambaz ku di rojnameya El-Îttihad de belav kirî sê babet pûlan li ser kaxizên rengîn derketine.


Buhayên pûlan
1. Buhayê pûl ê bi rengê kesk 8.5 rûpî .
2. Buhayê pûl ê bi rengê şîn 1 rûpî.
3. Buhayê pûl ê bi rengê mor qîmeta wî 3 rûpî.
Li ser pûl : Hikumetî Kurdistan Cenûbî” hatiye nivisandin û di ortê de wêneyê du xencerên çapraz heye û di binî de jî ane hatiye nivisandin.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *