
Melodiyek
Dengek
Dengê bêdengiyê
Dengê bêtebûnê
Ritma xwe ji çiyayên bilind re
Gava di yekkerbûna dilan de
Diqîre û radiweste
Dûrahî…
Ax!
Ji dûrahiyan re dê waxwax bikî
Dilê xemgîn,
Muxtacî
Kîjan gotina efsûnî ye?
Ajotî kîjan xeyalan,
Beyî rastiyê bibîne
Roj dê be
Roj dê be
Hingî xwe dipêçê ewè baweriyê
Roj dê be
Ji hezkiribûna xwe
Dê şad bibe
Ku ew roj
Pirpirîkên ku xwe dipêçin
Dipêçin nava pelgan
Û ronahiya xwe
Dê belav bikin
Ber bi xweşikahiya peyva evînê
slîder
12.04.2018 / Midyad
Gotara berê: Serkeftiyên Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî diyar bûn
Gotara piştî: Piçek Dînîtî
Gotarên Têkildar
Hîkayeya Hesê Mişî Ser o Analîzêk
10 nivîskarên japonî yên navdar û jiyana wan

