Wesayîta Herî Bilez “Tajî” Tê Çêkirin

Wesayîta bi navê Boodhound ango “Tajî”, li Bristola Brîtanyayê tê çêkirin û dişibe roketekê.  Niha pozê wê yê tûj jî li pêşiya wê hat bicihkirin.

Çêkerên wesayîtê xwe amade dike ku di meha Tebaxê de, li pîsta balafirgehekê, bi lezeke kêm, ceribandinekê bike.

150304100509_bloodhound_624x351_bloodhoundssc_nocredit

Heke di ceribandinê de pirsgirêk dernekeve, dê çêkerên Boodhoundê ango “Tajî” yê bişînin Efrîqaya Başûr ku ceribandineke rekorî pêk bînin.

Andy Greenê li Hêzên Asîmanî yê Brîtanyayê Fermandarê Fîloyê ye ku bi saetê hezar û 228 kîlomîtroyan ve xwediyê rekora cîhanê ye, dê ajokariya vê wesayîtê bike.

Motora Eurofighterê ya jetê û roketeke ku vê motorê bileztir bike li ser Bloodhound ango bi kurt û kurmancî “ Tajî” ve hatiye bicihkirin.

Ji bo pevxistina wesayîtê ji pisporiya şirîketên herî pêşketî ên Brîtanî piştgirî tê wergirtin û teknolojiyeke pêşketî tê bikaranîn.

150304100626_bloodhound_624x351_bloodhoundssc_nocredit

Perçeyên wesayîtê bi taybetî tên hilberîn.

Di çarçoveya projeyê de, 700 perçeyên taybet tên hilberîn ku heta niha perçeyên wekî wan tune ne.

Her roj perçeyên ku tên amade kirin bo navendeke li Bristolê tên şandin.

Bloodhound ango Tajî projeyeke taybet e lêbelê hikûmeta Brîtanî jî piştgiriyê dide vê projeyê.

teknokurd.com– Misto Dêrik

About Rêvebir

Check Also

Êdî Hînbûn Wek Berê Ne Zehmet e

Berê mezinên me digotin “Ma em wek we bûn? Ji bo ku em tiştekî hîn …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *