Folklor û Dîrok

Di navbera dîrok û folklorê de têkiliyeke pir nêzîk heye. Lêkolîna li ser berhemên folklorê gelek aliyên tarî yên dîrokê ronî dikin.[1] Bo nimûne çîrok an jî straneke folklorî dibe ku bibe neynik ji bo nîşandana jiyana civakê ya wê demê û bi vî awayî keresteyên dîrokî bide dîroknasan. Her wiha, gelek caran berhemeke dîrokî jî dibe ku keresteyên folklorî bide folklornasan.

Lêkolînên dîrokê çavkaniyên gelek berhemên folklorî derdixin holê. Yanî derdikeve holê ku kîjan berhem cara yekem li ku peyde bûye û çawa belav bûye. Nemaze di destan û çîrokên gelêrî yên kurdî de mirov dikare li pey şopên dîrokî bigere.

Dema ku em li têkiliya di navbera çanda mirovan de dinêrin, em dibînin ku folklor û dîrok digehîjin hev. Lewra dîrok jî mîna folklorê li ser çanda gelan, guherîna vê çandê li gorî merc û deman, têkiliya însanan bi jiyana civakî, olî, aborî û çandî disekine.

Heciyê Cindî-Folklora Kurdî

[1] Boratav, hb., r.28

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Mîrata Çandî Çi Ye?

Mîrata çandî (bi îngilîzî: Cultural Heritage) ew hemû tiştên maddî û nemaddî ne ku ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *