Gelo ez ”bêm” yan ”bihêm”?

Gelek caran hin kes dibêjin ko formên lêkera ”hatin” yên wek ”ez bêm/têm” formên kurtkirî ne û divê li cihê wan mirov binivîse ”ez dihêm”. Lê gelo bi rastî formên wek “ew bên/neyên” yan “ew bihên/nehên” bo zimanê nivîsînê çêtir in?

Di peyva “hatin” ya rader de “h” heye lê hem di pirraniya kurmancî û hem jî pirraniya soranî û herwiha farisî û zazakî de jî “h” di rehê dema niha de ne li kar e.

— Bi soranî “d-êm” (ez têm) yan “y-êm” e, ne *de-hêm” yan *e-hêm.

— Bi zazakî: “yena” (ez têm), ne “ez *hena”

— Bi farisî: “men mî-ayem” yan “men mî-am” (ne *mî-hayem yan mî-ham”).

Di zazakî (ameyen), farisî (ameden), hewramî (amay), pehlewî (amd-), avestayî (agem-) de “h” li destpêka peyvê nîne. Di kurmancî û soranî de “-m/ma-/me-” ji nîva peyvê ketiye lê “h” li destpêka peyvê zêde bûye ji ber ko bi taybetî kurmancî ji herfên bideng li destpêkê hez nake.

Lê di kurmancî de jî di pirraniya devokan de “h” tenê li peyva xwerû “hatin” zêde bûye, ne li rehê dema niha -ê- (soranî -ê-, farisî -a- yan -ay-, zazakî -yen-).

Bi kurmancî, wek ko ez agadar im, ji Konyayê bigire heta Zaxo û ji Ermenistanê heta Efrînê “ew t-ên” û “ew na(y)ên” e. “Ew di-hên” û “Ew na-hên” bi Behdînan û Hekariyan ve sinordar e.

Loma zêdekirina “h” li rehê dema niha anku bikaranîna formên wek “ez di-h-ê-m” hîperkorekt e anku mirov wisa zêde hewl dide sererast bike ko taliyê encama wê xelet derdikeve!

 

Husein Muhammed-Nefel

 

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Gelo Dîrokzanên Tirk Çima Zendên/Eşîrên Kurd Wekî Oxûz, Turkmen, Yorûk û hwd. Binavkirin?

Mahmut Ozçelîk Carekê min agahiyek li ser pirtûkên herî bi bandor yên di tevahiya dîroka …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *