Keskin: Pirtûkên Xanî, Cîzîrî û Celadet şewitandin

Depoya Weşanên Avestayê ya li navçeya Sûrê duh êvarî saet 22.00’an rastî êrişê hat û depo ji aliyê hin kesên nasnameya wan ne diyar ve bi molotofan hat şewitandin û gelek pirtûkan zirar dît.

Edîtorê Weşanên Avestayê Abdullah Keskin li ser vê yekê ji BasNûçe’yê re axivî û got ku em nizanin kak ê kiriye. Keskin eşkere kir ku gef li wan dihat xwarin û ev yek di mailên wan de hene û wiha berdewam kir: “Heta niha gef li me dixwarin û di mailên me de ev yek heye. Sala 2016’an li navenda Amedê pirtûkên Celadet Alî Bedirxan, Ahmedê Xanî û Melayê Cizîrî şewitandin.

Edîtorê Avestayê di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku ji çar aliyan camên depoyê şikandine û molotof avêtine hindurê depoyê û got, “li ser caman wêneyên bergên kitêban hebûn. Em nizanin bê kê kiriye. Em şermezar dikin.” 

Basnûçe

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *