3 gav û 3 darek-Jan Dost

Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê Kal de

Rêza sêdaran li wê meydanê, xêzek nivîs bû, bi xameyeke ji Lozanê dipêçiyên Enqerê de li ser rûpelekî kurdî hatibû nivîsandin. Ew xêz hemû elifênbi dardakirî bûn, weke qendîlên vemirî di hêwana mizgeftekê de piştî nimêjasibê. Hemû zengelokên ku berî kêlîkekê diqêriyan bûn, hemû çavên bi azadiyêkilnebûyî bûn.
(…)
Di navbera şêx û werîsê sêdara wî de êdî sê gav mabûn, du gav heta sekoyê ûgavek heta ser kursiyê di bin werîs de. Di navbera wî û mirinê de sê gav mabûn.Di navbera wî û xwedê de sê gav mabûn. Sê gav dê stûyê wî bigihînin ber sêdarê,ber kenarê şikandina tîbûnê û şikandina hêviyan jî pê re.
(…)
Şêx ew xêz bi çavên dilê xwe xwendin, dilê xwe yê dihate guvaştin wê katê wekedêwleke av di destê yekî tî de. Çavên wî yên ku dixweriyan dîsa bi hêsir bûn.Wî bi hêsirên germ yên ku li ser dêmê wî herikîn, xemên welatekî dinivîsîn.

About Rêvebir

Check Also

Nivîskar Faîk Ocal pirtûka xwe ya nû ya Kurdî ya bi navê “Çîrokên Axa Min” çap kir.

  Ev pirtûk ji aliyê Weşanên Sîtavê ve hat çapkirin û edîtoriya wê Îsmaîl Dîndar kiriye. Pirtûk ji 60 kurteçîrokan pêk tê. Faîk Ocal ji Semsûrê ye û di vê berhemê de xwendevanan dibe herêma xwe. Di çîrokan de çanda Semsûrê, jiyana eşîra Kosan, xwezaya Çiyayê Spî, kevneşopî, folklor û bîranînên herêmê cih digirin. Di çîrokên “Xweziyên Çiyayê Spî”, “Rêwiyê Çiyayê Spî” û “Hevalê Çiyayê Spî” de Çiyayê Spî derdikeve pêş. Her wiha çîrokên “Giloka Ferêt”, “Pîj”, “Kirkît” û “Teşirêse” çand û mîrata Semsûrê nîşan didin. Ocal tiştên ku li deşta Semsûrê û li Çiyayê Spî dîtine û jiyane, di forma kurteçîrokan de vegotine. Di her çîrokê de bîranîn, hest û êşeke mirovî heye. Taybetiyeke din jî ev e ku hemû çîrok li gorî devoka Kurmanciya Semsûrê hatine nivîsandin. Pirtûkên Kurdî yên Faîk Ocal ev in: 101 Romanên Kurdî (Cilda 1, 2022) 101 Romanên Kurdî (Cilda 2, 2024) 101 Çîrokên Kurdî (2024) Asmîn (2025) 4 Başar 45 Çîrok (2026) Çîrokên Axa Min (2026)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *