Bi nêzik bûna Newrozê hejmara albûmên ku derdikevin jî zêde dibin. 3 heb ji wan albûman jî albûmên nû yên Meral Tekçî, Ozan Irmak û Rûken Yilmaz in ku ji aliyê Kom Muzîkê ve hatiye derxistin.
Hûn dikarin hemû albûmên nû yên Kurdî ji Spotify û platformên din ên dîjîtal ên wekî Deezer, Apple Muzîk, Google Play Muzîk û hwd. guhdarî bikin.
Her wiha hûn dikarin albûmên din ên nû ên wekî “Apojan – Gurê Manco”, “Ferman Patîev – Winda”, “Ciwan Adar – Putega” û hwd. ku ji aliyê Kom Muzîkê ve hatine derxistin ji kanala YouTube’ê ya Kom Muzîkê bibînin.
Rûken Yilmaz – Zelî
Rûken Yilmaz jî albûma xwe ya pêşîn a solo derxist. Rûken bi denGê xwe yên balkêş û albûma xwe ya serkeftî nîşan dide ku wê di mûzîka Kurdî de mayînde be.
Meral Tekçî – Vejîn
Meral Tekçî ku bi salan di nav Koma Çiya de bû albûma xwe pêşîn a solo derxist.
Ozan Irmak – Ji Sorî
Li muzîka rock a Kurdî navekî nû zêde bû. Ozan Irmak bi albûma xwe ya bi navê Ji Sorî deriyek nû li rocka Kurdî de vedike.
Jêder: Hawarnet

