13. Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Londonê (LKFF)

Bernameya 13. Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Londonê (LKFF) Diyar Bû

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê piştî navbereke dirêj vedigere ekranên mezin. Di du salên dawîn de ji ber pandemiya kovîdê festival online hatibû çêkirin.

Em bi kêfxweşî mizginiyê didin ku festival vedigere eywanên sînemayê. Bernameya 13. LKFFê jî diyar bû.

Li gorî bernameyê 13. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê dê 23ê Îlonê bi galayê dest pê bike.

Resepsiyona galayê saet 18:00ê bi saeta Londonê li Vue Cinemayê wê pêk were. Artîsta hêja Elénore Fourniau ku dildara ziman û muzîka kurdî ye, di şeva galayê de dê konsertek bide mêvanan.

Fîlmên festîvalê îsal ji aliyê tîma LKFFê bixwe ve hatin bijartin. Bi tevahî 31 fîlm dê bên nîşandan.

Festîval bi nîşandana fîlma Mano Khalil ya “Cîran”ê wê dest pê bike.

Danaşîna Filmên Festîvalê dê li 3 sînemayên cuda bêne kirin.

  • Di navbera 23-26ê Îlonê de li Vue Cinema Woodgreenê.
  • Di navbera 27-29ê Îlonê de li Rio Cinemayê.
  • Di 30yê Îlonê de li Prince Charles Cinemayê.

Îsal di 7 beşan de dê xelat bêne dayîn û di çarçoveya festîvalê de wê 2 panêl û workshopek jî bên kirin.

Ji aliyê din ve îsal dîrektorê berê yê LKFFê Mehmet Aksoy jî tê bîranîn. Wekî tê zanîn Mehmet Aksoy di sala 2017an de li Bakurê Sûriyê gava têkoşîna li wir dikişand jiyana xwe ji dest dabû.

Bernameya xelatê û Gala dê li Prince Charles Cinemayê bê kirin.  LKFF dê bi nîşandana fîlma “Zaroktiya Îmad” xatir bixwaze.

Ji bo hevpeyvîn û zanyariyên zêdetir ji kerema xwe bikevin têkiliyê:

Ji bo agahiyên nû me bişopînin:

  • Facebook: @londonkurdishfilmfestival
  • YouTube: @londonkurdishfilmfestival
  • Instagram: @lkff
  • Twitter: @lkff

Derbar Rêvebir

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply