Zimanê helbesta ”Bilbilê dilşadî” ya Seydayê Tîrêj

Husein Muhammed

PÊŞGOTIN

Mijara vê kurtelêkolînê ziman û rêzimana helbesta Seydayê Tîrêj ”Bilbilê dilşadî” ye.

Babet tenê ziman û rêzimana helbestê vedikole. Eger ne ji zerûrî be, ev nivîsar naçe nav mijarên edebî, hunerî, civakî yan siyasî yên helbestê – tenê xwe bi ziman û rêzimana vê helbestê ve bisinor dike.

Seydayê Tîrêj[1] (bi navê xwe yê jidayikbûnê Naîf Heso, 1923 – 2002) yek ji navdartirîn helbestvanên kurd yên sedsala 20em e. ”Bilbilê dilşadî”[2] jî belkî naskirîtirîn û hezkirîtirîn helbesta wî ye.

Helbesta berbehs bi çendîn awayên hinekî ji hev cuda bi nivîskî hatiye qeydkirin.[3] Ew herwiha bi çend dengên cuda jî hatiye strandin: bo nimûne bi dengê hunermendan Seîd Gabarî, Şivan Perwer û Xecê.[4]

”Bilbilê dilşadî” sala 1975 hatiye vehûnandin. Ev lêkolîn bo xweamadekirina nêzîkbûna 50-saliya wê (2025) hatiye nivîsîn.

Li jêr em pêşî tevahiya helbestê bi nivîskî pêşkêş dikin.

Di neqilkirina helbestê de çend guherînên rastnivîsînê hatine kirin. Bo nimûne, li gor kurmanciya nivîskî ya niha kopûla ji peyva berî xwe hatiye veqetandina, wek ”derdê me giran e” (li şûna ”girane”).

Herwiha hinek guherandinên xalbendiyê jî hatine kirin. Bo nimûne, veguhastina cihê bêhnokê/vîrgulê/komayê ”Ey bilbilê dilşadî, hela wer bike fîxan” (li şûna ”ey bilbilê dilşadî hela, wer bike fîxan.)

Ti guherandinên zimanî yan rêzimanî me di helbestê de nekirine. Bo nimûne, me ”tu meşûr e” ya nivîskar nekiriye ”tu meşûr î” ya standard.

Guherandinên rastnivîsînê û xalbendiyê tenê bi armanca zelaltir fehmkirina helbestê bûye, ne bo destnîşankirina ”şaşiyên” helbestvanî bûye.

HELBEST

Ey bilbilê dilşadî, hela wer bike fîxan
Derdê me giran e, ey bira, birîna me kûr e
Gorî te bitin cerg û dil û mêlak û hem can
Dengê te yî xweştir ji ney û nay û bilûr e

Sê hawe te deng, yek ji sirra bayê siba ye
Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye
Hawê sisiya ji bihna şemamok û gula ye
Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e

Karwanê me va bi rê ketî, lê şev reş û tarî
Serma ye terez, kulyên di berfê her dibarî
Bahoz e, çelapek têne me ji her çar kenarî
Warê me welat e, ey heval, rêça me dûr e

Çar hawîr me diz û keleş in, têk dane dijmin
Me ji hev radiqetînin bir bi bir, heyf û mixabin
Qet çare û umîda me nemaye bilbilê min
Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûrezûr e

Meydan e ji bo hirç û çeqel, rovî û keftar
Gorî te bim, bilbil, ji ser darê tu wer xwar

Da pêk ve mijûl bin, bi xwe çend rojên di dijwar
îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e

Destê tewqiyê îro ku em herdu bidin hev
Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev
Dinya bi xwe dewran e, bizan, geh roj e, geh şev
Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e

Dîna xwe bide nik bayê barîn, ey birader,
Stêra sibê îro ji şerqê li me da der
Rewşen kirî Kurdistan bi carek wê seraser
Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e

Piştî wê stêrê bi xwe berbanga sibê ye
Wê roj hilê, rohnî têkeve şûna şevê ye
Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye
Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e

Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewran
Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan
Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan
Wek Tîrêj dibêje: jîn divê, kotek û zor e.

1975

WATENASIYA HELBESTÊ

HELBEST WATEYA WÊ YA RÊZ BI RÊZ
Ey bilbilê dilşadî, hela wer bike fîxan Hey bilbilê keyf û dilxweşiyê, ka were hawar/gazî bike
Derdê me giran e, ey bira, birîna me kûr e Derdê me giran e, birawo, birîna me kûr e.
Gorî te bitin cerg û dil û mêlak û hem can Qurbanî te bin ceger, dil, pişik û ruh jî
Dengê te yî xweştir ji ney û nay û bilûr e Dengê te ji yê (amûrên muzîkê) ney, nay û bilûlê jî xweştir e.
   
Sê hawe te deng, yek ji sirra bayê siba ye Sê awayên/şêweyên/terzên dengê te hene. Yek mîna serma û seqema bayê spêdeyan e
Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye Awayê duyem wek dengê xuşe-xuşa daristan û rezan e
Hawê sisiya ji bihna şemamok û gula ye Awayê sêyem wek bêhna gundork[5] û gulan e
Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e Ji ber wî dengî ye ku tu li dinyayê navdar û naskirî yî
   
Karwanê me va bi rê ketî, lê şev reş û tarî Karwanê me va ye (ev e) ketiye rê lê şev reş û tarî ye
Serma ye terez, kulyên di berfê her dibarî Sarma ye, terg/teyrok/gijlok e, guliyên berfê bi berdewamî dibarin
Bahoz e, çelapek têne me ji her çar kenarî Bayekî xurt tê, ji her çar aliyan ve berfa şil li me dibare
Warê me welat e, ey heval, rêça me dûr e Cihê hedefa me welat e, hevalo, riya me dûr e.
   
Çar hawîr me diz û keleş in, têk dane dijmin Li her çar aliyên me diz û rêbirr hene, dijminan tev dane/têk birine/wêran kirine
Me ji hev radiqêtînin bir bi bir, heyf û mixabin Me kom bi kom ji reh ve ji hev vedibirrin, heyf û mixabin
Qet çare û umîda me nemaye, bilbilê min Ti çare û hêviya me nemaye, bilbilê min
Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûrezûr e Meydan ketiye destê hirç û çeqelan û lûrelûra dengê gurgan e.
   
Meydan e ji bo hirç û çeqel, rovî û keftar Meydan bûye ya hirç û çeqelan, rovî û keftaran
Gorî te bim, bilbil, ji ser darê tu wer xwar Ez qurbanî te bim, bilbil, ji ser darê were xwarê
Da pêk ve mijûl bin bi xwe çend rojên di dijwar Daku em van rojên dijwar bi hev re bixebitin
Îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e Îro fermana mirinê/qirkirinê li ser me heye, şûr li ser stuyê me ye.
   
Destê tewqiyê îro ku em herdu bidin hev Divê em îro destê parastinê bidin hev
Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev Çend sal û zemanên xirab em bi hev re jiyan
Dinya bi xwe dewran e, bizan, geh roj e, geh şev Dinya bi dor diguhere, bizane, carinan roj e, carinan jî şev e
Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e Hin caran tarî û mij û moran e, hin caran jî ron û geş e
   
Dîna xwe bide nik bayê barîn, ey birader, Bala/berê xwe bide bi aliyê bayê barîn[7], birawo/hevalo[8]
Stêra sibê îro ji şerqê li me da der Stêra spêdeyê îro ji rojhilatê li ber me derket
   
Rewşen kirî Kurdistan bi carek wê seraser Wê Kurdistan bi carekê ji serî heta binî ron kiriye
Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e Nîşana spêdeyê ye, berbanga mizgîniyê ne dûr e
   
Piştî wê stêrê bi xwe berbanga sibê ye Piştî wê stêrê bi xwe destpêka spêdeyê ye
Wê roj hilê, rohnî têkeve şûna şevê ye Roj dê derkeve, ronahî dê cihê tarîtiyê bigire
Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye Karwanê me dê bigihe binecih û armancê
Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e Çerxa dinyayê herdem dizivire, diguhere û dewr dide
   
Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewran Çerxa dinyayê herdem dizivire, diguhere û dewr dide
Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan Dua û gaziya me ji Xwedayê birehm
Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan Hêviya me hergav bi xwe ji serokê li Barzan
Wek Tîrêj dibêje: jîn divê, kotek û zor e. Mîna ku Tîrêj dibêje: jiyan pêdivî ye, mecbûrî û zerûrî ye.

RÊZIMANA HELBESTÊ

Li gor hejmartina me, di helbestê de (bêyî sernavê wê) 335 peyv hene. Hinek ji wan dubare ne lê piraniya wan tenê carekê di helbestê de hatine bikaranîn.

Di vê beşa nivîsara xwe em ê lê binêrin ka şair di helbesta xwe de çi birrên peyvan (navdêr, rengdêr, cînav, lêker, hoker, daçek…) bi kar tîne û wan çawa ditewîne, çi taybetmendiyên tewandina wî hene, di çi xalan de wek li gor rêzimana nivîskî ya kurmanciya ya niha dike û di çi xalan de jî belkî ji wê cuda dinivîse.

Navdêr

Şair teqrîben hemû birrên peyvan yên rêzimanî di helbesta xwe de bi kar anîne lê mezintirîn birra peyvan di helbestê de (wek di ziman bi giştî de jî) navdêr anku ism yanî substantîv in (bi inglîzî noun). Ev yek ji her dera helbestê diyar dibe lê em dikarin wek nimûne çend rêzikên pêşîn pêşkêş bikin û navdêrên tê de qelew bikin:

Ey bilbilê dilşadî, hela wer bike fîxan

Derdê me giran e, ey bira, birîna me kûr e

Gorî te bitin cerg û dil û mêlak û hem can

Dengê te yî xweştir ji ney û nay û bilûr e.

Piraniya navdêrên helbestê giştînav in anku apelatîv in (bi inglîzî common nouns, appelatives) anku navên giştî yên tiştan yan diyardeyan in, wek ”bilbil, fîxan, derd, bira, birîn…” Lê di helbestê de herwiha çar taybetnav anku xwenav (bi inglîzî proper noun, selfname) jî hene: Kurdistan, Yezdan (anku Xwedê), Berzan (anku devera Barzan, warê Barzaniyan) û Tîrêj (nasnavê şairê helbestê):

  • Rewşen kirî Kurdistan bi carek wê seraser
  • Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan
  • Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan
  • Wek Tîrêj dibêje: jîn divê, kotek û zor e.
  1. Navdêrên yekhejmar

Wek ku ji van rêzikên li jor dayî jî diyar dibe, şair hinek peyvên nêr û hinek jî yên mê xebitandine. Bo nimûne:

  • yekhejmar, diyar, nêr: bilbil, derd, bira, dil, can, deng…
  • yekhejmar, diyar, mê: dilşadî, birîn, mêlak, ney, nay, ney, bilûr…

Hinek ji navdêran di helbestê de xwerû ne anku netewandî/neçemandî, hinek çemandî/tewandî ne û hinek jî bi peyvên dûv xwe ve bi îzafeyê/qertafê hatine girêdan. Ji her çar rêzikên li jor:

  • navdêrên xwerû: fîxan, bira, cerg, dil, mêlak, can, ney, nay, bilûr…
  • navdêrên yekhejmar, diyar û girêdayî: bilbilê, derdê, dengê, birîna

Di helbestê de herwiha hinek navdêrên diyar yên çemandî/tewandî jî hene, bo nimûne:

  • çemandî/tewandî, diyar, mê: (ji ser) darê, (berbanga) sibê, (fereca) xêrê, (bighêje war û) meqsedê…

Navdêrên nêr di helbestê de bi yekhejmarî di halê çemandî (yên ku ne bi peyva dûv xwe ve girêdayî bin) peyda nabin.

Carinan navdêrên yekhejmar di rewşa çemandî yan girêdayî de jî ji ber şert û mercên helbestê yan ji ber hin sebebên din nehatine çemandin. Bo nimûne:

  • bilbilê dilşadî (li şûna “bilbilê dilşadiyê”)
  • Meydan e ji bo hirç û çeqel, rovî û keftar (li şûna “Meydan e ji bo hirç û çeqel, rovî û keftaran/keftarê/keftarî/keftêr”)
  • bi carek (li şûna “bi carekê”)
  • umîd me (li şûna “umîda me”)

Carinan jî paşgirên çemandinê dixebitîne lê wek din peyvê sivik dike. Bo nimûne:

  • hawê sisiya (li şûna ”hawayê sisiyan”)
  • li dinyê (li cihê ”li dinyayê”)
  • berbanga sibê (li şûna ”berbanga sibehê”)
  • Navdêrên pirhejmar

Di rewşa çemandî/tewandî ya negirêdayî de şair wek piraniya devokên kurmancî paşgira -a li şûna paşgira -an ya kurmanciya niha ya nivîskî bi kar tîne. Bo nimûne:

Sê hawe te deng, yek ji sirra bayê siba ye (anku: sibehan)

Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye (rezan)

Hawê sisiya ji bihna şemamok û gula ye (gulan)

Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e.

Di bikaranîna navdêrên pirhejmar yên bi peyveke dûv xwe ve girêdayî de şair awayekî balkêş bi kar aniye. Bo nimûne:

  • Da pêk ve mijûl bin bi xwe çend rojên di dijwar
  • Serma ye terez, kulyên di berfê her dibarî

Dibe ku hebûna ”di” di vî warî de ji gelek xwandekaran re xerîb be. Bi rastî jî ew di hinek devokên kurmanciya rojhilatî de peyda dibe û herwiha di klasîkên kurdî de jî tê dîtin.

Lê şair di bikaranîna “di” de bo pevgirêdana navdêrên pirhejmar bi rengdêran ve nemaye. Wî herwiha navdêrek jî wisa bi navdêreke din ve girê daye: ”kulyên di berfê”.

Wek ku tê zanîn, di devokên kurmancî de çend awayên cuda yên girêdana navdêrên pirhejmar bi navdêrên/rengdêrên/cînavên dûv wan ve hene:

  • kurmanciya navendî (û standarda giştî): -ên, -yên: guliyên berfê
  • kurmanciya rojhilatî: -êt, -yêt: guliyêt befrê[9]
  • kurmanciya serhedî: -êd, -yêd: guliyêd berfê
  • kurmanciya rojavayî û hinek deverên kurmanciya navendî jî: -ê, -yê: guliyê berfê

Lê bi qasî ku haya min jê heye û min ji dost û hevalan pirsiye, di ti devoka kurmancî de hevdem hem ”-ên” û hem jî ”di” bo girêdana navdêrên pirhejmar nayên bikaranîn. Wisa diyar e ku şair ev yek ji ber şert û mercên helbestê kiriye yan jî bi şaşî ”-ên di” ya pevgirêdana navdêrên pirhejmar û rengdêran herwiha bo pevgirêdana du navdêran jî xebitandiye.

Rengdêr

Di helbestê de hejmareke peyvên rengdêr jî hene. Bo nimûne:

  • kûr, dûr, meşûr, giran, terez, xirab…

Wek ku diyar e, piraniya rengdêrên helbestê di rewşa xwe ya xwerû de ne. Lê herwiha rengdêreke di rewşa berhevdanê (komparatîv) de jî heye ku di kurdî de bi paşgira -tir e :

  • xweştir

Piraniya rengdêrên helbestê li gel formên cuda yên lêkerê – bi taybetî li gel ”(ew) … e” hatine xebitandin:

  • derdê me giran e, birîna me kûr e
  • rêça me dûr e

Carinan ”e” nehatiye bikaranîn lê dîsa jî meqsed ew e:

  • Karwanê me va bi rê ketî, lê şev reş û tarî (ye)

Carinan jî rengdêr bi navdêran ve hatine girêdan. Bo nimûne:

  • rojên di dijwar
  • çend sal û zemanên di xerab

Me li jortir, di beşa navdêran de behsa wê yekê kiriye ku şair çawa navdêr û rengdêran bi hev ve girê dide.

Cînav

Di helbestên de çend peyvên cînav (zemîrên, pronavên, inglîzî pronouns) jî tên bikaranîn.

Hinek ji wan cînavên kesî ne, bi taybetî ”me” çendîn caran tê bikaranîn (carekê bi forma xwe ya neçemandî ”em” jî) û herwiha cînavê ”tu, te” jî gava ku bangî bilbil dike.

Peyva ”wê” çendîn caran di helbestê de tê bikaranîn. Lê tenê carekê ew cînav e:

  • Rewşen kirî Kurdistan bi carek wê seraser (Anku: Wê Kurdistan bi carekê ji serekî heta serê din ron kir)

Wek din ”wê” bi piranî wek lêkereke alîkar ya dema bêt ya lêkeran hatiye bikaranîn:

  •  Wê roj hilê, rohnî têkeve şûna şevê ye (Roj dê hilkeve…)
  • Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye (Karwanê me dê bigihe…)

Ji bilî cînavên kesî, herwiha çend cînavên din jî di helbestê de cih digirin:

  • xwe, hev, herdu, dî

Şair li cihê ”din” ya niha di zimanê nivîskî de serdest, di helbesta xwe de cînavê ”dî” bi kar tîne:

  • hawayê dî (awayê din)

Di helbestê de herwiha cînavê pêvekirî/zeliqandî ”-î” anku ”wî, wê” jî peyda dibe:

  • Rewşen kirî Kurdistan bi carek wê seraser (anku: kirî = wî/wê kir)

Di rastiyê de di hevokê de cînav hatiye dubarekirin:

  • Rewşen kirî Kurdistan bi carek wê seraser

Bi ihtimaleke mezin ev dubarekirin ji ber şert û mercên vehûnandina helbestê hatibe kirin.

Hoker

Di helbestê de herwiha çend hoker (bi inglîzî adverb) jî hatine bikaranîn. Piraniya wan hokerên demî ne:

  • Îro li me ferman e
  • Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e (geh = carinan, hin caran)
  • Piştî wê stêrê bi xwe berbanga sibê ye
  • Rewşen kirî Kurdistan bi carek …
  • Umîd me herdem ji serdarê li Berzan

Lê herwiha hokerên cihî jî di helbestê de peyda dibin:

  • Gorî te bim, bilbil, ji ser darê tu wer xwar
  • Stêra sibê îro ji şerqê li me da der
  • Rewşen kirî Kurdistan bi carek wê seraser (anku: seranser, sertaser, ji serekî heta serê din, ji aliyekî heta aliyê din – di hevokê de di heman demê de hokera demî ”bi carek” jî heye).

Hokera ”geh… geh” ya di helbestê de bi kar hatî dikare herwiha hokera cihî jî be ji ber ku wateya wê ji bilî ”carinan, hin caran” (hokera demî) herwiha ”derinan, hin deran, cihinan, hin cihan” e jî (hokera cihî). Lê di helbestê de ”geh… geh…” bi zelalî wek hokereke demî hatiye xebitandin.

Herwiha hokereke awayî (çawaniyê) jî di helbestê de cih digire:

  • Serma ye terez, kulyên di berfê her dibarî

Di vê hevokê de ”her” bi wateya ”bi berdewamî” hatiye bikaranîn anku hokereke awayî/çawaniyê ye.

Diyarker

Li dereke din jî ya helbestê peyva ”her” hatiye xebitandin:

  • Bahoz e, çelapek têne me ji her çar kenarî

Di vê hevokê de ”her” ne hoker lê diyarker (bi inglîzî determiner) e.

Di helbestê de diyarkereke din jî peyda dibe:

  • Da pêk ve mijûl bin bi xwe çend rojên di dijwar

Li vê derê mebest ji ”çend”ê ev e: ”hin, hinek, hindek” û ew di vî haletê hevokê de diyarker e.

Daçek

Hemû pêşdaçekên bingehîn yên kurmancî di helbestê de cih digirin:

  • bi: ”bi fetl û ger û dewr e”
  • di: ”di Yezdanê dilovan”
  • ji: ”ji sirra bayê siba ye”
  • li: ”li me ferman e, li ser gerdenê şûr e”

Wek di kurmanciya navendî de, pêşdaçeka ”bo” di helbestê de li gel pêşdaçeka ”ji” bi awayê ”ji bo” hatiye bikaranîn:

  • Meydan e ji bo hirç û çeqel, rovî û keftar

Ji paşdaçekên bingehîn tenê ”ve” bi awayekî bêguman di helbestê de peyda dibe. Bo nimûne:

  • Da pêk ve mijûl bin

Paşdaçeka bingehîn ”re” (bi forma xwe ya ”ra”) dibe ku di gotina ”Me ji hev ra diqetînin” were dîtin lê bikaranîna ”ji hev ra” di vê hevokê de hinekî xerîb û seyr e loma gelek berhem wê ra-yê wek beşek ji peyva ”ra-diqetînin” şirove dikin û dinivîsin ”Me ji hev radiqetînin” anku ”rehên me ji hev dibirrin.”

Paşgira bingehîn ”de” (yan ”da”) di helbestê de nayê dîtin. Wek di helbestan de bi awayekî giştî, pêşdaçeka ”di” bêyî paşdaçeka ”de” hatiye bikaranîn:

  • di Yezdanê dilovan (li şûna ”di Yezdanê dilovan de”)

Hinek daçekên pêkhatî (hevdanî) yên din jî di helbestê de cih digirin. Piraniya wan ji pêşdaçekekê û hin peyvên din hatiye çêkirin. Bo nimûne:

  • di gel
  • ji hev

Lêk herwiha daçekeke pêkhatî ya bi paşdaçekeke bingehîn jî heye:

  • pêk ve (”bi hev re” – kurtkirina ”bi yek ve”)

Ji bilî pêşdaçek û paşdaçekên bingehîn û pêkhatî, herwiha hinek daçekên din jî tên dîtin. Bo nimûne ”nik” (cem, ba, bal, rex, alî):

  • Dîna xwe bide nik bayê barîn (anku: Bala xwe bide bi aliyê bayê barîn ve)

Hejmarnav

Çend hejmarnav anku navên hejmaran (bi inglîzî numerals) jî di helbestê de cih digirin. Ji hejmarên bingehîn ev di helbestê de hene:

  • Sê hawe te deng, yek ji sirra bayê siba ye

Hejmara ”çar” du caran jî di helbestê de cih girtiye:

  • Çar hawîr me diz û keleş in, têk dane dijmin
  • Bahoz e, çelapek têne me ji her çar kenarî

Herwiha hejmarnava ”du” jî di helbestê de heye lê tenê di peyva ”herdu” de ku wek cînav tê hesibandin:

  • Destê tewqiyê îro ku em herdu bidin hev

Ji hejmarên rêzîn ”sisiya” heye ku wateya ”sêyem, sêyemîn, ya sêyê” dide:

  • Hawê sisiya ji bihna şemamok û gula ye

Baneşan

Di helbestê de çend baneşanan (bi inglîzî interjections) cih girtine. Di rêzika yekem de du baneşan hene:

  • Ey bilbilê dilşadî, hela wer bike fîxan

Baneşana ”hela” di devokên kurdî de herwiha bi awayên ”hele” (kurmanciya navendî û rojavayî) û ”hilo” (kurmanciya rojhilatî, forma pirhejmar ”hilon”) tê bikaranîn. Ew di farisî û tirkî de jî bi awayê ”hele” heye. Hevwateyên wê di kurdî de pir in: ”de, de ka, dê, dê ka, ka, hadê, hadî, haydî, haydê…” Hevwateyeke wê ya din jî ”yellah” û varyantên wê yên cuda ne (yela, yele, yella, yelle…) Di kurmanciya rojhilatî de ”hilo, hilon” herwiha bi wateya ”rabe/rabin, rabe/rabin bikin” jî tên xebitandin.

Baneşana ”ey” (ku carinan wek ”hey” jî tê gotin/nivîsîn) du carên din jî di helbestê de hatiye:

  • Warê me welat e, ey heval, rêça me dûr e
  • Dîna xwe bide nik bayê barîn, ey birader

Di helbestê de herwiha peyvên ”heyf” û ”mixabin” jî wek baneşan hatine bikaranîn:

  • Me ji hev radiqêtînin bir bi bir, heyf û mixabin

Girêdek

Di helbestê de çend girêdek (bi inglîzî conjunctions) anku peyvên ku du hevokan bi hev ve girê didin hene. Herî zêde girêdeka rêzkirinê ”û” di helbestê de hatiye bikaranîn. Bo nimûne:

  • Gorî te bitin cerg û dil û mêlak û hem can
  • Dengê te yî xweştir ji ney û nay û bilûr e

Wek ku tê dîtin, di rêzkirina hejmareke peyvan de şair di navbera her du ji wan de ”û” bi kar tîne, ne tenê di navbera herduyên dawiyê de. Ev awayekî berbelav yê axiftina kurdî ye lê zimanê nivîskî vê dawiyê di bin tesîra zimanên ewropî de di rêzkirina sê yan zêdetir peyvan de tenê di navbera peyva dawiyê û ya berî wê de girêdeka ”û” dinivîse û yên din bi bêhnokê (koma, vîrgul) ji hev tên veqetandin:

  • şair: Gorî te bitin cerg û dil û mêlak û hem can
  • kurmanciya niha ya nivîskî: Gorî te bin cerg, dil, mêlak û can jî

Ji bilî girêdeka ”û”, herwiha sê girêdekên din jî di helbestê de cih digirin:

  • ”lê” (feqet, ema, welê, lêbelê, bes, lêkin, lakin)
  • ”da” (daku, bo ku, ji bo ku)
  • ”lewra ku” (loma, lewma, lewre, ji ber wê yekê, ji ber hindê)

Bo nimûne:

  • Karwanê me va bi rê ketî, lê şev reş û tarî
  • Da pêk ve mijûl bin bi xwe çend rojên di dijwar
  • Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e

Lêker

Teqrîben di her rêza helbestê de yek an çend lêker hene. Di vê beşê de em ê lê binêrin ka şair di helbesta xwe de çi dem û raweyên lêkeran bi kar tîne, wan çawa diçemîne û çi paşgirên kesî dixebitîne.

  1. Lêkera ”bûn” û kopûla

Di helbestê de lêkera ”bûn”, bi taybetî jî kopûlayên wê, bi berfirehî hatine bikaranîn. Forma ji hemûyan zêdetir kopûlaya kesê sêyem yê yekhejmar (ew) ”e” û varyanta wê ”ye” ye. Bo nimûne:

  • Derdê me giran e, ey bira, birîna me kûr e
  • Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye
  • Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye

Şair herwiha ”e” wek kopûlaya kesê duyem yê yekhejmar jî bi kar tîne li şûna ku kurmanciya nivîskî bi awayekî giştî wê wek ”î, yî” dixebitîne. Bo nimûne:

  • Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e (standard: tu meşhûr î)

Ev hem ji ber qafiyeyên helbestê wiha hatiye kirin (kûr e / meşûr e / dûr e…) û hem jî ji ber ku di devoka şair de bi rastî jî kopûlaya kesê duyem yê yekhejmar jî wek ya kesê sêyem yê yekhejmar ”e, ye” ye û ne ”î, ye” ye:

  • ew kurd e
  • tu kurd e (standard: tu kurd î)

Belkî ev bi nêrîna hinek xwandevanan xerîb û seyr be. Lê ev guherîneke dîrokî ye ku hêdî-hêdî kopûlayan dike wek hev wek çawa ku kopûlaya her sê kesên pirhejmar di kurmanciya nivîskî de bûye wek hev tevî ku di kurmanciya rojhilatî û soranî de kopûlaya kesê yekem yê pirhejmar ji yên din cuda ye û tarîxiyen herdu kesên pirhejmar yên duyem û sêyem jî demekê ji hev cuda bûn.

Ji bilî kopûlaya kesê sêyem (û duyem) yê yekhejmar, herwiha kopûlaya kesên pirhejmar ”in” jî carekê di helbestê de hatiye bikaranîn:

  • Çar hawîr me diz û keleş in

Carekê di helbestê de kopûla mebest kiriye lê ji ber şert û mercên helbestê ew nenivîsiye:

  • Karwanê me va bi rê ketî, lê şev reş û tarî [ye]

Yan jî, eger mirov deqîqtir lê binêrin, dikare bibîne ku ne tenê yek lê di rastiyê de du – yan heta sê – kopûla dikarin di vê rêzikê de hatibin mebestkirin lê nehatibin nivîsîn:

  • Karwanê me va [ye] bi rê ketî [=ketiye], lê şev reş û tarî [ye]

Di kurdî de di rewşên wiha de kopûla adeten pêdivî û zerûrî ye lê di hin zimanên din de (bo nimûne di erebî, tirkî û rûsî de) ew ne zerûrî ye yan heta ne mimkin e jî ku were bikaranîn. Li vê derê helbestvan azadiya helbestvaniyê bi kar aniye û li gel bikarneanîna kopûlayê/kopûlayan jî hevoka wî xweş dixuye.

Du caran jî kopûla ”zêde” hatiye bikaranîn: ji ber şert û mercên vehûnandina qafiyeyê ew hatiye bikaranîn tevî ku di zimanê asayî û normal de divê ”ye” li dawiya van rêzikan tine be:

  • Wê roj hilê, rohnî têkeve şûna şevê ye
  • Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye

Lê ev awayê zêdekirina ”ye” li dawiya rêzikên stran û helbestan ne tenê ji aliyê Seydayê Tirêj ve hatiye îcadkirin lê bi taybetî di stranên kurmancî yên gelêrî de diyardeyeke berbelav e. Bi qasî ku ez jê haydar im, ev diyarde têra xwe di zimannasî yan strannasiya kurdî de nehatiye gotûbêjkirin û biryareke diyar li ser nîne ka ew bi rastî kopûla ye yan jî formeke peyva berî wê ye û ka gelo divê mirov wan ji hev cuda (”şevê ye, meqsedê ye”) yan jî bi hev ve (”şevêye, meqsedêye”) binivîse.

Mimkin e ku ”ye” di van nimûneyan de qet ne kopûla be lê bo nimûne daçekeka liv û tevgerê be (bi inglîzî adposition of movement) û ji dereke din ya hevokê hatibe neqilkirin, wek:

  • hat-e malê > (bi strankî) hat malê-ye?

Lê ev tenê fikreke min ya tavil û xav e. Mijar hewceyî lêfikirîn û lêkolîneke cidîtir e ku li derveyî hedê vê nivîsarê ye.

Wek din ji lêkera ”bûn” di helbestê de herwiha formên subjunktîv (bilanî) yên ”bim” û ”bin” jî tên bikaranîn:

  • Gorî te bim, bilbil, ji serê darê tu wer xwar
  • Da pêk ve mijûl bin

Ji bilî van herdu formên bernas herwiha şair carekê forma ”bitin” jî bi kar aniye:

  • Gorî te bitin cerg û dil û mêlak û hem can

Tevî ku ”bitin” wek formeke kevnar ya ”bin” diyar be jî, di rastiyê de ew formek ji forma ”bit” e (varyantên din ”bît” û ”bîtin” in) ku di devokên kurmancî yên rojhilatî de hevwateyên ”be” ya kurmanciya nivîskî ne.

  • ”Gorî te bitin cerg û dil û mêlak û hem can” anku ”Gorî be ceger, dil, piş û herwiha ruh jî”.

Mimkin e ku şair li vir ”bitin” li cihê ”bin” bi kar anîne ji ber ku li pey wê çend kirde hene (cerg û dil û mêlak û hem can”) yan jî her yek ji wan cuda hesibandine û loma li cihê ”be” hatibe xebitandin. Di devoka şair de ”bitin” peyda nabe loma şair ew ji helbestên klasîk yan ji devokeke kurmanciya rojhilatî wergirtiye. (Bo devoknasiya helbestê, ji kerema xwe, li jêrtir binêrin.)

Hinek ji stranbêjên ku ev helbest kiriye stran, bi zelalî peyva ”bitin” şaş fehm kiriye yan jî texmîn kiriye ku belkî ew formeke şaşnivîsandî ya bo nimûne ji ”bikin” be loma carinan ew di stranê de wek ”gorî bikin” (qurban bikin) yan jî heta wek ”gorî bikim” (qurban bikim) hatiye strîn.[10]

  • Raweya fermanî

Şair di helbesta xwe de du caran ji bilbil daxwaza hatinê dike:

  • Ey bilbilê dilşadî, hela wer bike fîxan
  • Gorî te bim, bilbil, ji serê darê tu wer xwar

Herwiha ew wiha daxwaza ”zanîn”ê dike:

  • Dinya bi xwe dewran e, bizan, geh roj e, geh şev

Wek ku tê dîtin, li şûna forma fermanî ya hatinê ya yekhejmar ya kesê duyem ”were”, awayê kurtkirî yê ”wer” hatiye bikaranîn. Herwiha li şûna ”bizane”, awayê ”bizan” nivîsiye.

Ev kurtkirin li hinek deverên kurmanciya navendî tên bikaranîn, bi taybetî di devoka şair bi xwe de jî. Berovajî kurmanciya nivîskî, di wan devokan de raweya fermanî ya yekhejmar bêyî ti paşgireke kesî ye (”wer, herr, bizan, bik…”) li şûna kurmanciya nivîskî ku hingê paşgira ”-e” bi kar tîne (”were, herre, bizane, bike…”).

Li aliyekî din, şair raweya fermanî ya kesê duyem yê yekhejmar ya ”kirin”ê wek ”bike” dinivîse anku wek zimanê nivîskî, ne wek devoka xwe ”bik”.

  • Ey bilbilê dilşadî, hela wer bike fîxan

Herwiha raweya fermanî ya kesê duyem yê yekhejmar ya ”dan, dayîn”ê wek ”bide dinivîse, ne wek devoka xwe ku tê de bi awayê ”bid” e.

  • Dîna xwe bide nik bayê barîn, ey birader

Raweya fermanî ya pirhejmar wek zimanê nivîskî hatiye xebitandin:

  • Destê tewqyê îro ku em herdu bidin hev
  • Dema bê

Bo avakirina dema bê (bi inglîzî future tense) şair lêkera alîkar ya ”wê” bi kar tîne ku di devokên kurmanciya navendî de awayê serdest yê çêkirina dema bêt e.

  • Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye
  • Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye

Di devokên din yên kurmancî de herwiha ew lêker bi formên ”dê, ê, yê, kê” heye. Ti ji wan bi awayekî zelal di zimanê nivîskî de nebûne standard û hemû (bi taybetî jî ”dê, ê, wê”) tên bikaranîn.

Şair di avakirina demê bê de herwiha pêşgira lêkerê ya ”bi-” jî dixebitîne (”wê bighêje”). Lê eger pêşlêker li gel lêkerê hebin, hingê ew bêyî pêşgira ”bi-” tên bikaranîn, bo nimûne ”wê roj hilê” (ne ”*wê roj hilbê”) û ”wê… rohnî têkeve” (ne ”*wê… rohnî têbikeve”). Herwiha li gel lêkera ”wer-” (were) jî ew pêşgira ”bi-” bi kar naîne. Di vî warî de ew bi temamî wek zimanê nivîskî yê niha dike.

  • Dema niha

Dema niha di helbestê de bi berfirehî bi lêkera ”bûn”ê û kopûlaya wê tê bikaranîn. Bo vê yekê li jortir binêrin.

Li rêza dawiyê du nimûne ji lêkerên di dema niha de hene:

  • Wek Tîrêj dibêje: jîn divê kotek û zor e.

Wek din lêkerên di dema nû de di helbestê de kêm in. Nimûneyeke zelal ”radiqetênin” e:

  • Me ji hev radiqetênin bir bi bir, heyf û mixabin

Wek ku tê dîtin, rêzkirina lêkerê wiha ye: pêşlêker (ra-) + pêşgira berdewamiyê (di-) + rehê lêkerê (-qetên-) û paşgira kesî (-in). Ev awayê rêzkirinê bi temamî wek zimanê nivîskî ye.

Li hinek cihan ”radiqetênin” wek ”radiqetînin” hatiye nivîsîn lê mirov dikare bi xwe ji dengê Seydayê Tîrêj bibihîze ku ew bi Ê dibêje, ne bi Î.[11] Di devoka şair de bi rastî jî rehê demên neborî yên lêkerên ”–andin” bi awayê ”-ên-” e, ne wek zimanê nivîskî bi ”-în” e:

  • devoka şair: dixwênin, diqetênin, dihelênin
  • standard: dixwînin, diqetînin, dihelînin

Balkêş e ku di soranî de jî wek di devoka şair de ew bi awayê ”-ên-” e, tevî ku di navbera devoka şair û soranî de bo nimûne kurmanciya Behdînan heye ku bi awayê ”-în-” dixebitîne.

Şair lêkera ”hatin” di dema niha de wek ”tê-” anku bi pêşgira ”t-” û rehê ”-ê-” dixebitîne, wek piraniya kurmancîaxivan, ne wek hin deveran wek ”dihê-”:

  • Bahoz e, çelapek têne me ji her çar kenarî
  • Demên borî

Ji demên borî nimûne ji dema borî ya sade (bi inglîzî simple past) û dema borî ya dûdar (perfect tense) hene:

  • Boriya sade:
    • Roj li me da der
    • Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev
  • Boriya dûdar:
    • Çar hawîr me diz û keleş in, têk dane dijmin
    • Qet çare û umîda me nemaye, bilbilê min

Herwiha dibe ku nimûneyek wek dema borî ya berdewam jî were hesibandin lê ev ne piştrast e:

  • Belkî dema borî ya berdewam: Serma ye terez, kulyên di berfê her dibarî

Bi esehî nayê zanîna ka mebest li vir ”guliyên berfê her dibare/dibarin” e yan jî ”guliyên berfê her dibarîn/dibariyan” e. Eger mebest ”guliyên berfê her dibarîn/dibariyan” be, hingê ew boriya berdewam e. Eger mebest ”guliyên berfê her dibare/dibarin” be, hingê ew dema niha ye.

Neyînîkirin

Piraniya hevokên helbestê ji aliyê rêzimanî ve erênî ne (bi inglîzî affirmative). Lê di helbestê de du hevokên ji aliyê rêzimanî ve neyînî (nerênî, bi inglîzî negative) jî peyda dibin.

Hevokek ji wan neyînîkirina kopûlayê bi peyvika neyînîkirinê ”ne” ye:

  • fereca xêrê ne dûr e

Hevoka duyem jî neyînîkirina peyva ”maye” bi pêşgira ”ne-” ye:

  • Qet çare û umîda me nemaye, bilbilê min

Neyînîtiya hevoka duyem herwiha bi hokera ”qet” (ti, hîç, qetiyen) jî hatiye xurtkirin.

Ji bilî ”ne”, peyvikên din yên neyînîkirinê (na-, me-, ni-…) di helbestê de peyda nabin.

DEVOKNASIYA HELBESTÊ

Şairê ”Bilbilê dilşadî” bi xwe ji Rojavayê Kurdistanê, ji parêzgeha Hesekê anku Hesîçê ye ku bi kurmanciya navendî diaxive.[12]

Gelek taybetmendiyên vê herêmê di helbestê de tên dîtin. Kurmanciya navendî ya vê herêmê ji xwe ji gelek aliyan ve nêzîkî kurmanciya nivîskî ya standard e loma helbest bi xwe jî ne dûrî kurmanciya nivîskî ya standard hatiye nivîsîn.

Lê hinek peyv û tawandinên vê herêmê yên ji kurmanciya nivîskî ya standard cuda jî di helbestê de tên dîtin. Bo nimûne, helbestvan li şûna ”tu meşûr/meşhûr î” ya standard wek devoka herêma xwe ”tu meşûr e” dinivîse.

Lê şair di helbestê de bi ti awayî xwe bi devoka herêma xwe ve bisinor nekiriye. Belkî bi temamî berovajî: helbest têkilkirin û sentezeke du devokên serekî yên kurmancî ye: kurmanciya navendî û kurmanciya rohilatî:

Helbestvan çendîn peyv û biwêjên kurmanciya rojhilatî bi kar anîne ku di devoka helbestvan bi xwe de peyda nabin. Bo nimûne:

  • gorî te bitin = qurbanî te be
  • da pêk ve = daku bi hev re
  • di gel = bi … re, pê re

Hinek ji van diyar e ku şair ji devê kurmancîaxivên rojhilatî wergirtibe, hinek jî ji tesîra klasîkên kurmancî be: klasîkên kurmancî bi awayekî giştî bi devoka Cizîra Botan hatine nivîsîn ku ew jî devokeke têkilker ya navbera kurmanciya rojhilatî û navendî ye.

WATENASIYA HELBESTÊ: WATEYÊN MECAZÎ

”Bilbilê dilşadî” ji i destpêkê heta dawiyê bi wateyên mecazî dagirtî ye. Bo nimûne:

  • “Derdê me giran e, ey bira, birîna me kûr e.”

Li vê derê mebesta şair ji “derd” û “birîn”an rewşa kembax ya gelê kurd e.

Nimûneyeke din:

  • “Karwanê me va bi rê ketî, lê şev reş û tarî.”

Anku xebat û hereketa me dest pê kiriye lê hê rewşa me ron nebûye.

Yan jî:

  • ”Bahoz e, çelapek têne me ji her çar kenarî.”

Dîsa jî wek bahozê û tofanê rewş kembax e û ji her çar aliyan (anku ji her çar dewletên dargirker ve) tiştên nexweş bi ser me de dibarin.

Şair hê jî dom rewşa kembax didomîne:

  • ”Îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e.”

Lê ew ne tenê şairê derd û xeman e, herwiha helbestvanê hêvî û umêdan e jî. Bo nimûne:

  • ” Stêra sibê îro ji şerqê li me da der.”

Wesfkirineke giştî ye ku roj/tav ji rojhilatê hiltê lê şair li vir li cihê wê behsa ”stêr”ekê dike. Dibe ku mesele wesfkirineke giştî be lê wek ji dawiya helbestê dixuye, dibe ku mebesta wî kesayetî, tevger yan serhildaneke taybet ya neteweperweriya kurdî jî be.

Şair hêviyeke mezin dispêre vê “stêr”ê:

  • “Rewşen kirî Kurdistan bi carek wê seraser.
    Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e.

Wê roj hilê, rohnî têkeve şûna şevê ye
Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye.”

Bi vegotina rewşa kembax dest pê dike û reşbîn e lê li dawiyê ronahiyê dibîne û geşbîn e:

  • ”Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan
    Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan.”

Berovajî gelek reşbînên edebiyata kurdî, li dawiyê ne mirinê û heta ne ehda xwefîdakirinê jî lê jîn û jiyanê hilbijêre:

  • ”Wek Tirêj dibêje: jîn divê, kotek û zor e.”

TÊBÎNÎ

[1] https://ku.wikipedia.org/wiki/Seyday%C3%AA_T%C3%AEr%C3%AAj

[2] https://www.helbestakurdi.com/helbest/seydaye-tirej–bilbile-dilsadi.html

[3] https://www.google.com/search?q=Bilbil%C3%AA+dil%C5%9Fad%C3%AE&rlz=1C1GCEA_enFI935FI935&oq=Bilbil%C3%AA+dil%C5%9Fad%C3%AE&gşlcrp=EgZjaHJvbWUyBggAEEUYOTIICAEQABgWGB4yCAgCEAAYFhgeMggIAxAAGBYYHjIICAQQABgWGB4yCAgFEAAYFhgeMggIBhAAGBYYHjIGCAcQRRg80gEHODY5ajBqNKgCALACAQ&sourceid=chrome&ie=UTF-8

[4] Binêrin lînka berî vê.

[5] Şemamok (gundor, kundir) ji erebî ”şemam” hatiye ku ji rehê “ş-m-m-“ anku “bêhn (hatin/kirin)” e.

[6] Teres: gewad, pêzeweng, qebrax, bênamûs, bêşeref.

[7] Wateya peyva ”barîn” li vê derê bi esehî nayê zanîn. Dibe ku “bayê baranê” be yan jî “bayê barrînê” be anku bayê ku dengekî bilind jê tê.

[8] Wateya eslî ya peyva ”birader” bira ye lê gelek caran ew bi wateya “heval” jî tê bikaranîn.

[9] ”Berf” bi kurmanciya rojhilatî bi awayê “befr” e.

[10] Bo nimûne di vê versiyona strankirî de: https://www.facebook.com/100068044301659/videos/ey-bilbil%C3%AA-dil%C5%9Fad%C3%AE/175429480980992/

[11] https://www.youtube.com/watch?v=6jnCXlsJPDs

[12] Bo parvekirina devokên kurmancî, binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2015/07/06/parvekirina-devoken-kurmanci/

https://zimannas.wordpress.com/2024/08/09/zimane-helbesta-bilbile-dilsadi-ya-seydaye-tirej/, 09.08.2024

Etîket: Zimannas

Gotara berê:

Gotara piştî:

Şîroveyekê bihêle