VÊ HEFTEYÊ ÇEND FÎLMÊN KU KETINE VÎZYONÊ

AŞIQ

Veyselê ku di heft saliya xwe de  ji ber nexweşiya xuriyê çavên wî kor dibe, dilê wî dikeve Esmayê. Esma û Veysel çiqas bizewicîn û zarokên wan jî çê bibe jî Esmayê li dijî vê evîndariyê ye û bi dildarê xwe,  Mihemed re direve. Piştî Esma bi dildarê xwe re direve, ji Veysel re pirr giran  tê û bi hevalê xwe bi kemanjen Kasimê Kurd re  welatê xwe diteriqîne û derdikevin rêwîtiyeke dûr û dirêj.  Ev rêwîtiya dûr û dirêj ku Veysel kiriye Aşiq Veysel  êdî dest pê dike.

Derhêneriya filmê ku behsa çîroka Veyselê ku kiriye Aşiq Veysel Bilal Babaoğlu dike. Di rolên sereke de jî Meltem Miraloğlu, Emirhan Kartal, Uğur Aslan, Hülya Şen û Ahmet Bilgin cih digirin.

EZ DANİEL BLAKE

Merengoz Daniel Blake, li New Castle dijî. Lê ji ber nexweşiyê nikare bixebite. Di jiyana xwe de cara yekem ji bo alîkariyê serî li fona bêkariye dide. Lê Daniel ji bo vê yêkê jî divê nexweşiya xwe îspat bike. Mixabin ji ber bênîzamiya pergalê nikare alîkariya dewletê bistîne û ji nûve li kar digere. Daniel di vê pêvajoya dijwar de rastî Katie Xanimê tê ku xwedî zarokên piçûk e. Katie jî wek Daniel li dijî pergala xirab û burokrasiya fetisok têdikoşe û bi tena serê xwe xwedî li zarokên xwe derdikeve. Edî Danile û Katie dost in û ji bo alîkariya dewletê bi hevre hewl didin. Lê rewşa alikariya civakî qet ne baş e…

Senaryoya fîlmê Paul Laverty nivîsiye û derhêneriya fîlmê jî derhênerê hosta Ken Loach dike. Di rolên sereke de Dave Johns, Havley Squires dilîzin. Fîlmê, di sala 2016an de li Mîhrîcana Fîlman ya Cannesê xelata mezin Palmiya Zêrin stend.

QRALTIYA BEQAN: SERPÊHATIYA CEMEDÊ

Raindrop, ji daweta qraliyetê direve û bi Boogie re li ciheke Ku derveyî qraliyetê ye bi cih dibin. Lêbelê ji ber teqîna li ser hev ya paytextê, beq vedigere qraliyetê. Ji ber vê teqînê, gel dema ku di nav tirs û xofê de bi awayekî ji bajêr direvin, margiseyek belavokên ku bi nivîsên “Beqa Krîstal êdî qraliyeta beqan naparize! Dawiya me nêzîke” heye belav dike! Şahbanûya Beq jî ji  ber ku zava Raindrop ji dawetê reviyabû hêj aciz e. Qralê Beqan jî ji keçika xwe re dibêje ku bi rastî Beqa Krîstal di xetereyê de ye.

Derbar Rêvebir

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply