Li Bajarê Qamişlo li Hola Zana Fistîvala hebesta Kurdî ya 22 yemîn aliyê Yekîtiya Helbestvanên Kurd hat lidar xistin. Berî kirîza Sûriyê helbestvanên Kurd bi nihênî û li gundan û dûrî çavê hêzên istixbarata Sûriyê, helbestên xwe yên Kurî digotin, lê niha helbesta Kurdî ji her demê zêdetir serbest bûye û helbestvan, bê tirs ji girtin û lêdanê, beşdarî festîvala …
Sermawêz, 2017
Tebax, 2017
-
18 Tebax
Şevên Qamişlo!
Belê ezbenî! Şevên Qamişlo, mîna kofiya dayika min dirêjin… Kolanên wê paqijin mîna kopalê bavê min… Kalemêrên wê li ber dilê min şêrîn in… Piraniya wan barkirine yên mayî jî li ser rêka oxirê ne… Belê ezbenî! Kolan, sikak û cadeyên Qamişlo bêdengin..! Di ber te re derbas dibin, silavê nakin! Piştxûz û bargiran in! Dema tu di kolanan de …
Nîsan, 2017
-
23 Nîsan
Qamişlo û 119 Saliya Rojnamegeriya Kurdî
Ho bajarê Qamişlo.. Xelkên Qamişlo.. Bihara Qamişlo.. Azadiya Qamişlo..! 22ê nîsanê ye, cejna rojnamegeriya Kurdî ye.. 119 saliya derçûna rojnameya dayik (KURDISTAN)e.. Cejna ziman û peyva kurdî ye.. Bajarê Qamişlo, xelkên Qamişlo! Werin em silavê li giyanê wan pêşengan bikin, ewên ku bingeh danîn û ev roj nedîtin.. Werin em silavê li canê mîr Miqdad Medhet û Abdulrehman Bedirxan bikin, …
Tebax, 2016
-
26 Tebax
Qamîşlê ye ne Qamişlo ye
Di roja 20 tebaxa 2016an de (90) sal di ser avakirina bajarê Qamişlo re derbas dibe. Di vê rojê de, berî 90 salî generalê Fransî (B. Terrier) û hevalên xwe bingehê qijleya leşkerî û Serayê li cihên ku niha lê ne danîne. Bi demê re Cihû, Siryan, Ermen, ereb û Kurdên derdorê li dor wan û aşê avê yê Qidûr …
-
12 Tebax
Ez Qamişlo …
Ez Qamişlo di kefa herdu destên xwe de hildigirim û têr digrîm Qamişlo! Ezê rûpelekê ji dêmê deryayê bidizim û dêmê te yê birîndar bineqişînim, berî ku xwîna te ya gerim ziha bibe, berî ku qêrîna birîndaran û kenê zarokan di navtar û kolanên te de bi çilmise û winda bibe. Qamişlo! Çima berî ku roj têkeve zerikê de, tu …
Gulan, 2016
-
30 Gulan
Bajar: Qamişlo
An Qamişlî. Bajarekî Rojavaya Kurdistanê ye, û weke paytexta herêma Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, û mezintirîn bajar li Rojavayê Kurdistanê ye. Bajarê Qamişlo bajarekî nû ye ku li ser zemîneke dîrokî ye, berî sînordanîna navbera Sûrî û Tirkiyê, ya bajarê Nisêbînê bû. frensiyan di 20 tebaxa sala 1926’an de bajarê Qamişlo bi endazyariyeke pir rast û dirûst û bi destê …
Sibat, 2016
-
28 Sibat
Qamişlê ne Qamişlo
“Qamiş”, “Qamîş”, ” Qamir” ev cureyên gêya li peravê çem û golên avê bi piranî peyda dibe, û bi van her sê navan bi nav û deng e li ba kurda. Vêca wek mînak, dema çend gol li herêmekê hebin û yek ji wan golan bi wî cureyê geyayê navbûrî(Qamiş..) navdar be, û yek bixwaze hevaline xwe vexwendî seyranekê li …