Tag Archives: Danasin

Ji Weşanxaneya Na, 5 Pirtûkên Nû “Seta Êzdiyatiyê”

Di van (pirtûkên) Seta ku Kemal Tolan li ser Êzdiyatiyê amadekirine de, gelek dokument, dîroka veşartî mayî, serpêhatî, irf û edetên Êzdiyatiyê, zargotin, çîrokên ku şopên Êziyatiyê di nav wan de hene; mijarên aktuel, hevpeyîn, bîranîn, nirxandin, klam û stranan cîh girtine. Bi van pirtûkên ra, winê Ezdiyatiya ku bi …

Read More »

Romana “Belqitî”

Romana Belqitî, behsa heyama avabûna Komara Tirkiyê dike. Belqitî dibe eyneyek sosyolojîk bo qewimînên wê demê. Herwekî qedexebûna zimanê Kurdî, zulma zabitên dewletê û têkiliyên navbera gundî û bajariyan… Şaşik, kum û kolos qedexe… dema “şoreşa şewqê” ye. Qehremanê romanê Belqitî, jiyana wî li gundekî dest pê dike û li …

Read More »

Kitêba Exlaqê Îslamê derket

Exlaq xeml  û zîneta mirovatiyê ye; bi awayekî din Exlaq navê qanûn û rêbaza pêkve jiyaneke hev beş e. Di civak û welatê ku tê da exlaqê qenc û baş rewa nebe, zulm û zordarîya kesên bê exlaq wekî  şeva reş û tarî herderî dorpêç dike û jiyanê li mirovan …

Read More »

Ji Îhsan Culemêrgî du romanên nû

Weşanxaneya Lîs ku hin pirtûkên xwe di beşa “Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî” de diweşîne 2 romanên nû pêşkêş kirin. Nivîskar Îhsan Culemêrgî ku mijarên dîrokî dike roman bi diduyên nû li pêşberî xwendevanan e. Nivîskar Îhsan Culemêrgî di sala 1944’an de li Culemêrgê hatiye dinê. Di sala 1965’an de li Amedê …

Read More »

Romana Merdan: Berbanga Şevînê

Ev romana di destê we da beşa sêyem ya rêzeromana nivîskar Mehmed Dehsiwar pêk tîne: Şopa Xeterê (Apec, 2017), Çepera Giran (Apec, 2019) û Berbanga Şevînê (Apec, 2020). Piraniya bûyerên ku di vî cilda sêyem ya romanê re derbas dibin li çend paytextên îroyîn, dîrokî û nîv-fermî da diqewimin, wek …

Read More »

Ji Nûbiharê Salnameya 2021an!

Ji Nûbiharê Salnameya 2021an! Nûbiharê salnameya xwe ya 2021an jî derxist û gihande ber destê xwendevanan. Di pişta salnameyê de bi kurtî ev agahî hene: Navdarên Kurd, navdarên cîhanê, edebiyata cîhanê, agahiyên dînî, bûyerên muhîm yên li ser Kurdan û yên ku li cîhanê qewimî, pêkenokên Kurdî, xeberoşkên demsalê, helbestên …

Read More »

Çapa duduyan ya Gramera Kirdkî derket

Ji bo ku kurdên kurmanc avanî, sîstem û qaydeyên zimanî yên Kirdkî (Zazakî) binasin û fêr bibin, çapa duduyan ya kitêba bi navê “Ji bo kurmancan bi awayê muqayeseyî GRAMERA KIRDKÎ (Zazakî)” derket. Naveroka kitêbê ji 20 beşên sereke û 82 binbeşan pêk tê. Li dawîya beşan ji bo xwendinê …

Read More »

jı Nûbiharê Mem û Zîna Hewramî derket

Mem û Zîn, hem wek destan hem jî wek berhemeke nivîskî, şahesereke edebî ye. Di nava vê çîroka evînî da motîfên dewlemend, vegotineke resen û bingeheke kûr ya edebî xuya dike. Herçend di nava Kurdan da wek destana Memê Alan hatibe zanîn jî bi taybet piştî mesnewiya Ehmedê Xanî, ev …

Read More »