Serma dibe ku bibe sebeba spazma dil!

Serokê Komeleya Hîpertansiyonê û Weqfa Gurçikan a Netewî Prof. Dr. Yahya Sagliker amaje kir ku, di rêwîtiyên ji bo rojekê de gava mirov ji nişka ve di bin tesîra sermayê de bimîne dibe ku di dilê mirov de spazm çêbibe.

Prof. Dr. Yahya Sagliker nexweşên hîpertansiyonê hişyar dike û dibêje “Bila demên derêj li ber sermê nesekinin. Kesên ku ji ber mecbûriyetê derdikevin derve lazim e qiyafetên germ li xwe bikin. Lewra serma temarên di rû, guh, dest û lingan de teng dike.”

Sagliker hişyariyên xwe wiha didomîne, “Sermaya ji nişka ve pestoya laşê mirov zêde dike. Serma li ser insanên ku ji bo dîtina berfê diçin ciyê bilind bandoreke giran çêdike. Ev jî dibe ku bibe sebeba spazmên dil ên bihurbar.”

“Bi hewaya sar berxwedana îmmunê ya di laşê mirov de kêm dibe. Ev jî tesîrên îlawe li ser sîstema xweparastinê pêk tîne. Mesela, di nexweşiyên weke şewbê de dermanên ku tên vexwarin berxwedana pereferîk zêde dike. Ew jî pestoya xwînê bilind dike. Loma nexweşên hîpertansiyonê lazim e rastûrast û zêde li ber sermê nesekinin.”

zamankurdi.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply