Hezkirina war tiştekî xuristî ye bi mirovan re çêdibe û di dilê wan de şîn dibe, êja heger hunermend be bi hestekî nazik û tenik ew hezkirinê tîne ziman.
Awazdaner Şêrgo Deqorî yek ji wan kesa ye, ku bi biryar û dilsozî vegeriya bajarokê xwe Amûdê, piştî gerek dûm û dirêj li welatê Siwêdê.
Şêrgo li Stikholmê ji dayik bûye, ji malbat kurd ku koçberî welatê Siwêdê bibûn, lê ew ji zaroktiya xwe ve vegeriya Amûdê û li wir xwendina xwe ya seretayî ta bekeloriya qedand û li pey wê ew careke din çû Siwêdê ji bo Mûzîkê bixwîne.
Di sala 2009 dest biu xwendina mûzîkê kir li peymangeha Royal College ya Mûzîkê li8 Stikholmê .
Piştî Xendina xwe ya bilind di warê mûzîkê de û awazdaneriyê de, ew vegeriya Amûdê û nuha li wir dijî.
Şêrgo ji zaroktiya xwe guhdan bi mûzîkê kirye û li ser destê xalê xwe Ferîdon Ehbab fêrî lêdana Bizqê bû û di nav wan re ya Ûd û Tembûrê bû û herdem serkeftî bû.
Nuha Şêrgo dixwaze ku keda xwe bide xelkê bajarê xwe û hemû fêrbûn û zaneyariyên xwe di warê mûzîkî de têxe bin destê mûzîk kurdî û mûzîkjenên wê.
Ew gelekî geşbîn e, ku wê nifşekî zîrek û jêhatî ji kurdan derkevin û şêweyekî nû ji mûzîka nûjen biafirînin.