Şehîd Îzeddîn YILDIRIM

Li gundê Kizilkayayê ku li ser Patnosa Agiriyê ye, hatiye dinyayê. Piştî  xwendingeha navîn, li gelek bajarên Kurdistanê tehsîla Medreseyê dît. Bi saya Mamosteyên xwe Rîsaleyên Nûr nas kir.

Piştî li ser Rîsaleyên Nûr lêkolîn û vekolînan kir û dest bi xizmeta wê kir. Di sala 1990’î de bi çend hevalên xwe re Weqfa Zehrayê damezirandin û ji bo damezirandina Kovara Nûbihar û Yenî Zemînê hevalên xwe teşwîq kirin û alîkariyê dayê. Wekî ferdekî wê doza ku jiyana xwe di ber de feda kir, jiyaneke jirêzê derbas kir. Îdeala wî ya herî mezin temamkirina projeya Medreseya Zehra bû. Lewra Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ji bo wê armancê, 65 salê xwe dabû. Mela Îzzeddîn jî li Wanê temelê Zanîngeha Zehra avêt.

Lê mixabin Xwedê nekir nesîb ku temam bike. Di Çiriya Pêşîn (Kanûn) a 1999 an de ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hate revandin. Piştre, di 28 ê Çileya 2000 î de bi awayekî hovane hate şehîdkirin. Nimêja cenazeyê wî bi beşdariya bi hezaran kesî ve hate kirin û li goristana Eyyûbê hate veşartin.

bilalrojava.tr

Derbar ziman

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply