GAZÎN
Zewq û sefa bû ye cefa.
Jiyan ji mer nabê wefa.
Qet nabê rojêkî xweşî
Dûr ket çû bi lez dimeşî
Gulle bombê tank û topan
Dijmin êrîş li ser gelan
Gel radibin bi milyonan
Yek dikûjin dibin hezar.
Gelo mirin para me ye
Eyb, fedî , şerm û fihêt ê
Rabin wî çaxî ser pîya
Belav bikin koletîya
Serhildan û raperînan,
Bilin bikin ala Kurdan.
Her çar parçe ji bindest e,
Çar alî bibin yek bi hev re.
Gazî ya min keç û xortan
Jin û mêr û pîr û kal an
Ji bîr nêkin wa dijminan
Hêyf ê rewşa dest girêdan.
Rakin bilind bikin tol ê
Xwîna şehîdan li erd ê
Nê hêlin ku dijmin bijî
Lêxin ku bimrin ew nêjîn.
Her dibêjim ez Gercewsî
Fedî dikin ji bindestî.
Ger xilas î bi, yekîtî
Yekîtî nebê, koletî
An azadî an azadî
Bi tenê ev ê daxwazî.
MİHEMED GERCEWSÎ
15.12.2015
DİLXWAZÎ
Dest avêtin paqijîya
Reşahî xistin nav spîya
Derdorê me tev xwedîye
Kesî ne go ew hal çîyê
Serî têwandin ber dijmin
Bindest kirin , gotin mirin
Derdor girtin welatê min
Bindest nebin, çêtir mirin.
Qetil kirin bi navê dîn,
Alêk rakir nivîsandin
Wa gotin êm pêxamberin
Navê Xweda herimandin
Çand û huner û zanistî
Ancax bibin êm pêşketî
Bi xwendin dibe xilasî
Ger dixwazê Kurdistanî,
Awa nabê bi cahiltî
Pênûsa xwe rakê besê
Pênûsê ew mîna çek ê
Bi şev û roj hembez bike
Bejê zanim ew çi bike.
Welat ciye mer û şera
Nê axa nê mîr û bega
Nê siltan û nê şêhzada
Kes nikarê me ti car a .
Serfirazî ne erzanê
Wekî me her kes dizanê
Dijle,ferat dibe şahde
Welat nêbe, jiyan nabê
Can ê welat Kurdistanê
MİHEMED GERCEWSÎ
17.11.2015
DIL
Kevnokî dîroka dil!
Dil te re xwe dixê pir
Her mirov re nîne dil,
Her gul ê bihn nak bilbil
Derd ê te zahmet ey dil.
Xweşkarîya jin û mer
Dilek paqij dibe zêr
Her erd e nakol ê bêr
Kevn an jî nû ew ê dil
Derd ê te zahmet ey dil.
Zewk û xweşîya dinê
Berdewam ta mirin ê,
Roj a hesap kirin ê,
Te çi bersiv ê bide,
Li ber kerêm a xwedê…
Derd ê zahmet ey dil.
Bihûşt an dojeh kîjan?
Xwe ji te re bik eywan.
Peyvan bike bi pîvan.
Xêrabîya nek mêvan.
Derd ê te zahmet ey dil.
Hey berxo, hey bêrano.
Bi derd ê dil nizano.
Amed dersim botano.
Nav baxçe Kûrdistano.
Derd ê te zahmet ey dil.
Kêzeb û nav cerg û dil.
Dil ji kesî re nabe,
Şalûl û gul û bilbil.
Ancax bibe derd û kul.
Derd ê te zahmet ey dil…
MİHEMED GERCEWSÎ
18.09.2015