Rojên Berê – Ronî Aram

Herê herê
Kanîn ew rojên berê.?
Ew kaya li ber kerê
Ew berxê li ber miyê
Ew rojên em diçûn giyê
Pir xweş bûn ew rojên berê.
***
Erê erê
Kanî ew çanda berê.?
Ew savarên li bênderê
Ew beroşên danûkê
Ew qirêja heshesûkê
***
Belê belê
Ji bîr nakim wê rêya li ber têlê.
Şûxlê me yê febrîqê
Ava qinar û qazikê
Wextê pembû û tevrikê…
***
Erê erê
Xweş bû zaroktî li Kertwênê
Ew leyistika xaran
Ew heriya li sikakan
Ew xewa li ser banan
***
Erê erê
Jiyan pir xweş bû li gund
Her tim li ser wê rêya gund
Carna hêdî carna xûrt
Em diçûn û dihatin wek zigûrd
***
Herê herê
Wexta eyd û erefat
Pîrekek ji wê de dihat
Zarok wek kewên ribat
Bi hev re digotin îwhat
Li nav tirb û mezelan
Me sindoq ji destê wê direvand

Roni Aram

Etîket: Helbest, Hevpeyvîn, Polylang KMR, Ronî Aram, Wêje

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Roman çima tên nivîsandin?

Bûyera Qîço

Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e

Di Helbesta Kurdî Ya Klasîk De Bedîuzzeman

Helbest | Car caran difikirim

Şîroveyekê bihêle