Rojbûna Yilmaz Guney (1937 – 1984)

Di Rojbûna Yelmaz Guney (1937 – 1984) de 

Silav li giyanê wî bin

(..Ta ku mirov li jiyanê be, wê kul û xem, evîn û hezkirin pîre berdewam bin. Zana be an nezan be, her wê ew barhilgirê kul û xeman û evîn û hezkirinê be.. Min di filmên xwe de hewil daye ku, ez kul û xeman, evîn û hezkirinê bigihînim hev.. Gelek kes van tiştan ji hev dernaxînin..)

Yelmaz Guney

Di yekê nîsanê de 2016, (79) sal di ser rojbûna lehengê kurd, derhênerê bi nav û deng Yelmaz Guney re derbas dibe.

Yelmaz Guney kî bû, çi bû û çi ji gelê xwe re pêşkêş kiriye ta ku em wî bibîr bînin?

Yelmaz Guney kurdekî resen bû.. Derhênerekî cîhanî bû.. Wî, di rojên teng û dijwar de, perîşanî, zulm û zora gelê xwe di rêka fîlmên xwe de ji xelkên cîhanê re da xuya kirin û eşkere kir.. Di filmên xwe de bi serbilindî kurdîtiya xwe diyar dikir..

Ew di 1ê nîsana 1937an de li gundê (Yenîce), herêma Adenê hatiye dinyayê. Navê bavê wî Hemîd û diya wî Gulê bû, ji xelkên Zaza bû. Di malek feqîr û perîşan de mezin bibû.. Di biçûkaniya xwe de gelek kar û barên têvel kiribûn; ji avdana bexçan ta bi sewterîbûna kolanên bajara.. Pêre jî hez xwendin û nivîsandinê kiriye.. Piştî ku lîse qedandiye bi çend hevalên xwe re du kovar (Dorok û Boran), bi zimanê tirkî weşandine. Ew derhênerê gelek filmên bedew e û 17 xelat li dor filmên xwe wergitine. Belê di sala 1982an de bi beşdarbûna wî di festîvala (Kan)ê de li Fransayê bi filmê (YOL), Xelata zêrîn stand û bi wê xelatê navê wî û perîşaniya gelê kurd di dinyayê de belav bû.

Ji filmên wî: Kerî, Seydxan, Belengaz, Kesên Revyayî, Bav, Kovî, Talî.. û gelek filmên din hene.. Di sala 1983an de filmê xwe yê dawî bi navê (DÎWAR), bi alîkariya hikumeta Fransî li bakurî Fransayê kişandiye.

Hêjaye gotinê ku, ew jî yeke ji wan kesên ku di sala 1983an de (Enistîtuya Kurdî) li Parîsê damezirandine, wek; Cegerxwîn, Qenatê Kurdo, Osman Sebrî, Tewfîq Wehbî, Remzî, Dr. Nûreddîn Zaza, Haciyê Cindî û Ismet Şerîf Wanlî.

Ew di 9ê Êlûna 1984an de li nexweşxaneyeke Parîsê koça dawî kir. Bi rêûresmekî bedew ji rex hin wezîrên Ferasnî, cemawerekî mezin ji Kurd û Fransîzan ew li Parîsê di goristana (Laşaz) de, li kêleka van herdu helbestvanên Fransî yên navdar; Charles Baudelaire û Alferd de Musset hat veşartin.

Ma nehêja ye ku em her sal wî bibîr bînin û navê wî li cihekî bilind deynin?

Konê Reş

www.candname.com

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply