Roja Zimanê Kurdî

Dîroka weşandina yekemîn jimara kovara Hawarê ( 15 Gulan 1932 ) wek “ Cejna Zimanê Kurdî ” ji 2006’ an vir de tê pîrozkirin. Berîya vê dîrokê jî nivîs, weşan û pirtûkên Kurdî hatine weşandin û çapkirin. Lê belê heta kovara Hawarê tu nivîs bi tîpên Latînî nehatîye nivîsandin. Ji ber ku di zimanê Kurdî de weşana yekemîn ya Hawarê bûye despêka bikaranîna tîpên Latînî, divê ev roja wek şoreşek rêzimanî ya herî bingehîn bê dîtin û qebûlkirin.

Bi despêka weşandina “ Hawar ” ê, pêşveçûnek balkêş di zimanê Kurdî de çêbûye. Her alfabeyek di qada xwe de giranbiha ye. Alfabeya Latînî îro di hemû cîhanê de bi hevbeşî tê bikaranîn. Lêanîna alfebeya Latînî ji bo zimanê me gav avêtinek hemdem û girîng e.

Celadet Bedirxan û Roger Lescot, di zemanekî bê alav û derfetên nivîsa Kurdî, di nava zor û zehmetîyan de û di qedexekirin û asîmîlasyona zimanê me de alfabeyek nûjen û hemdem pêşkêşê me kirine. Ji ber vê yekê emê ji van kesên ku vê gavê avêtine re bejna xwe bitewînin!

Îro zimanê me wek zimanekî dinyayê di motorên lêgerînê de û di ansîklopedîyên vekolînê de tê bikaranîn. Çima gelo? Zimanê me têkuz û dewlemend e. Xwedîyê dîrok, felsefe, çand û hunerên bingehîn e.

Ji berk u zimanê me gorî zimanê dinê xwedîyê taybetmendî û hêjahîyên girîng e. Her wiha bikaranîna alfabeya me ya nûjen jî bi hêsanî tê xwendin û nivîsandin.

Ez dikarim bibêjim ku bi gorî bîyanîyan em Kurd, kêmtir zimanê xwe bikartînin! Ez gellek hevalên xwe dizanim ku nivîsa Kurdî li wan zor tê. Ji ber ku kêm dixwînin û dinivîsînin xwendin û nivîsandinê zor û zehmet dibînin. Berê her tiştî pêwiste ku em xwedîyê hezkirina bikaranîn,  xwendin û nivîsandina zimanê xwe bin! Her wiha wek mafek xwe yê bingehîn fersenda perwerdehîya zimanê xwe bixwazin!

Ji bo kesên ku Kurdî diaxivin, her roj “ Roja Zimanê Kurdî ” ye. Divê em li hemû qadên jiyanê Kurdî biaxivin û bixwînin. Her wiha hemû rewşenbîr û pêşengên me jî di vê mijarê de rêberîyê j ime re bikin. Dayîkên me di vê qadê de hemû kêmasîyên me telafî dikin lê belê divê em vê giranîyê le ser milên dayîkên xwe nehêlin!

Roja zimanê me “ Roja Zimanê Kurdî ” pîroz dikim.

Nasır KEMALOĞLU
15.05.2019

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply