Qedrî Can û Pêşgotina Dîwana Seydayê Cegerxwîn

Bi helkefta ku di roja 9/8/2018an de 46 sal di ser koçkirina helbestvan Qedrî Can re derbas dibe, bi min xweş e ku ez vê pêşgotina wî ji dîwana Seydayê Cegerxwîn re raxînim ber çavan:

Berî pêlekê min ronahî berda dor pêşgotina ku Mîr Celadet Bedirxan ji dîwana Cegerxwîn a yekemîn (Pirîsk û Pêt/1945) nivîsandiye. Ev dîwan ji weşanên kitêbxaneya Hawarê ye. Hingê helbestvanê hêja Edib Çelkî ji Almaniya li min vegerand û got: Rehmetiyê Qedrî Can pêşgotin ji vê dîwana Cegerxwîn re nivîsandiye.. Hingî ez mam heyirî..! Min nizanîbû ku ew pêşgotin ji çapên nû yên vê dîwana Seyda hatiye hilanîn. Wiha ez li dîwana Seydayê Cegexwîn a orjînal geriyam, ta ku bi ser vebûm. Min dît ku kekê min Edib Chalki rast dibêje. Pêşgotina sereke ya vê dîwana seydayê Cegerxwîn Mîr Celadet Alî Bedirxan nivîsandiye û di rûpelê di pey re, di bin vê maşetê de Qedrî Can jî ev çend gotin ji dîwanê re nivîsandine. fermo wek ku hatiye nivîsandin bixwînin:

Kone Reş

 CEGERXWÎN Û DÎWANA WΠ

Ji mêj ve, dîwana Cezerî û Mem û Zîna seydayê Xanî, ji meydanê kêm bû bûn. Heweskarên şeîr û edebeiyata kurmancî li wan digeriyan û bi dest wan ne diketin. Vê car me dî, ji nişkave, dîwana Cegerxwîn bi çapeke pir qenc kete meydanê. Ez bawer dikim ko dîwana Cegerxwîn dewsa ku Mem û Zîn û dîwana Cezerî vala hiştine ewê tije bike. Xwendevanên delal, ewê tê de ziman û rûhê cenabê Xanî ê xurt û nezma dîwana Cezerî a ahengdar bibînin.

Cegerxwîn, pirsên biyanî jê pir ne xistine nav şihrên xwe, bi zimaneke sade û selis nivîsîne.

Qîmeta şehrên wî a mezin jî ev e, bi rûhekî nû ajotiye ser fikrên kevnare û bi zimanekî şêrîn û şe’bî tewş bûn û zerera wan nîşan kiriye.

Ez ji şairê me î şe’bî re pêşveçûn û ji dîwana wî re jî rewaceke baş hêvî dikim.

QEDRÎ CAN
Şam, 18.2.1945

 

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply