Hebû Tune Bû

₺ 80,00

Ji zaroktîya xwe da ye ez ji xemîşok/çîrok, qirwelk, dûrik, pêkenîn, sitranên dengbêjîyê, bi kurtî ji zargotina kurdî gelekî hez dikim. Bi evîndarî lê guhdarî dikim, dixwînim, ji ber dikim û dinivîsim. Jixwe berhevkirina xemîşokên (çîrokên) vê antolojîyê jî wiha dest pê kir. Ev hezkirina ji çîrokan bû sebebê ez vê antolojîya di destê we da hazir bikim. Çil sal e min ew heb bi heb top kirin, ji bo ku zarokên me wan bixwînin û ji zargotina pêşiyên xwe bêpar nemînin, bi riya van çîrokan zimanê xwe nas bikin, baştir fêr bibin.

SKU: 9786257304238 Category: Tags: , , ,

Description

Ez ji sala 1980î vir da ye çîrokên (xemîşokên) zarokan dinivîsim. Bêguman li hin herêmên Kurdistanê û li gelek welatan jî hin wersîyonên van çîrokan hene. Ji çîrokên kitêbê hinek dişibin fabilên(çîrokên) Ezop, hinek dişibin çîrokên La Fontaine, hinek jî çîrokên bûne kilasîkên kurdî. Ji bo ku zarok çîrokên di antolojîyê da rihet fam bikin heta ji min hat min zimanekî sade û sivik bi kar anî. Min hewil da zimanê xemîşokan gelêrî be, wek zimanê çîrokbêjan be, ji bo ku her zarok jê fam bikin. Ez hêvî dikim, zarokên me ewê ji van xemîşokan/çîrokan hez bikin, ewê bi dilê wan be û bi hezkirin bixwînin.

Di vê çapa berfirehkirî da antolojî bi wêneyan hatiye xemilandin, 189 çîrok tê da hene.

Additional information

Dimensions 16 × 24 cm
Wênexêz

Sadık Hangül

Dîzayna Bergê

Sadık Hangül

Nivîskar

Zinarê Xamo

Redeksîyon

Serwet Denîz

Ziman

Kürtçe

ISBN

9786257304238

Berg

Amerîkan Biristol

Kaxiz

Enzo 70 gr

Çap

Çapa 2. 10/021

Rûpel

340

Reviews

There are no reviews yet.

Be the first to review “Hebû Tune Bû”