Platforma Zimanê Kurdî biryara avakirina 3 koman da

Platforma Zimanê Kurdî ya li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê komxebata ziman birêvedibir di encama komxebatê da ragihand ku ew dê 3 komên zimanê kurdî ava bikin. Herwiha ew kom wê xebata bo zimanê kurdî bikin.

Platforma Zimanê Kurdî ya ji  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-B), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) pêk dihêt, bi diruşmeya “Îro zimanê me sibe neteweya me” li Amedê komxebatek birêve bir. Rêveber û nûnerên hemû partiyan, nivîskar, helbestvan, zimanzan, seyda, çalakvan û gelek xebatkarên zimanê kurdî amade bûn.

Piştî axaftinan ji medyayê re 3 komên ziman hatin avakirin û peywirên wan hatin diyarkirin.   Ligor hatiye ragihandin koma yekem dê daxwazên partiyên siyasî bigirin rojeva xwe û bo fermîbûn û perwerdehiya zimanê kurdî bibin daxwaza civakê dê di nav raya giştî de kar bike.

Herwiha koma duyem dê hewl bide, ku daxwazên xwe yên di derbarê zimanê kurdî de bo hikûmet û burokrasiyê ragihîne. Koma sêyem jî dê li ser rêkevtinên navdewletî yên ku dewleta Tirkiyê bûye alîgirên wan, kar bikin û dê mijara zimanê kurdî veguhezîne rojeva Neteweyên Yekbûyî.

Basnews kurdî

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *