Pizîşkan stran û kemençe ji hunermendê Kurd re qedexe kirin

Weke ku êş û jana jêbûne herdu piyên hunermendê millî Hesen Elî Xencer bes nebûn, êşa dilî jî bi ser de hat û niha pizîşk dibêjin divê stranan nebêje. Lê ew dika nake nizane ka dê çawa xwe ji kemançeya xwe dûr bike.

 

Hesen Elî Xencer piştî zêdetirî 60 salên xizmeta hunera kurdî kir cara dawî piştî neştergeriyeke dil li bajarê Enqere ya Tirkiyê, noşdaran strangotin ji wî re qedexe kirin. Wî zêdetirî 60 salên xwe li gel kemançeya xwe derbas kirine û niha jî bi dehan awazan tîne bîra wî.

 

Stranbêjê Kurd ji Rûdawê re got: “Zehmete, dizanim dema li kemançeyê didin bo dilê min nebaş e lê dema ez di nav civatekî de rûdinim daxwazê ji min dikin daku stranekê bêjim.”

 

Ew him pêşmergeyekî malnişîn e û di gelek çalakiyan de rêz li hunera wî hatiye girtin. Strana dawî ya Hesen Elî Xencer jî li ser nexweşiya dilê wî ye.

 

Ebdulezîz Xeyat yek ji helbestvan û folklornasê Behdînanê ye û wî zêdetirî 25 salên temenê xwe li gel hunermendên milî derbas kiriye. Ew hunera Hesen Elî Xencer wek xizmeta dîroka hunera Kurdî dibîne.

 

Xeyat dibêje: “Hesen Elî Xencer yek ji wan stranbêjên jiberxwe derketî ye. Têrpêzanîna stranê ye. Piranî jî stranên dîrokî gotine. Wî bi van stranên xwe gelek xizmeta gelê Kurd kiriye.”

 

Li bazarê jî gelek caran guhdariya stranên Hesen Elî Xencer tê kirin. Wî berî kaset dagirtibûn lê niha jî CDyên wî hene. Bi gotina Hesen Elî Xencer wî 300 demjimêrên dengê xwe tomar kiriye.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply