07 Sep 2004, Tibet, China --- Barley --- Image by © Keren Su/Corbis

Pisîka Reş (1843- Werger) – Şivan Keleş

Wergera kurdî a berhemeke Edgar Allan Poe.

Werger: Şivan Keleş

Ez ne li benda we me, ne jî ji we hêvî dikim ku hûn van serpêhatiyên ku sosret in, lê di heman demê de asayî û rojane ne, yên ku ez dikim binivîsînim, ji min bawer bikin. Bi rastî jî ez ê dînek bim heger ez ji we hêvî bikim ku hûn bawer bikin, ji ber ku li ser vê yekê hestên min bi xwe jî tişta ku bûye, napejirînin. Lê bi rastî ez ne dînek im – û helbet jî min ne di xew de dîtiye. Lê dibe ku ez sibe bimirim, êdî divê ez îro vî barî ji ser canê xwe rakim.

Mebesta min a sereke ew e ku ez bi sadeyî, kinayî û bêşîrove, rêzekê ji bûyerên asayî yên rojane, ji cîhanê re vebêjim. Bi encama xwe, van bûyeran ez tirsandime – şkence li min kirine – û ez wêran kirime. Lê ez hewl nadim ku wan tefsîr bikim. Ji min re, ew bi tevahî erjengiyek bûn – ji kesên din re ew ê ji Barokan (şêweyek wêjeyî ku bûyeran mezin, fantazî û tirsdar dike) ne kembaxtir be.

Di pêşerojê de, dibe ku rewşenbîrek were ku fantaziya min wekî tiştek î asayî bibîne – rewşenbîrek din î aramtir, hişmendtir û ku ji min bi gelekî kêmtir zû tê arandin, dibe ku bibîne ku ev serpêhatiyên ez bi tirs vedibêjim, ne bêhtirî rêzekê bêwate ji sedem û encamên gelekî asayî ye.

Ji zaroktiya xwe de, ez bi sernermiya xwe û kiryarên xwe yên mirovayî dihatim naskirin. Nazikiya dilê min hingî diyar bû, ez bûbûm pêkenoka hevalên xwe. Ez bi taybetî hezkerê ajelan bûm, û dê û bavê min dora min bi cihêrengiyeke berfireh ji ajelên kedî tije kiribûn. Min bêhtirê dema xwe bi wan re dibihurand, û kêfxweşiya min ti carê nedibû bi qasî kêfxweşiya ku min dikir dema ku min xwarin dida wan û haya min ji wan hebû.

Ev taybetiya min, bi mezinbûna min re mezin dibû, û di zilamtiya xwe de, min yek ji jêderên sereke yên xweşiya xwe, ji wê taybetiyê pêk anî. Ew kesên ku berî niha hezkirina kûçikek î dilsoz û jîr ceribandine, ne hewce ye ku ez gelekî ji wan re rave bikim bê çawanî û xurtiya şadbûna ku mirov ji wî tiştî werdigire, çawa ye. Hezkirina merd û xwegorîker ya ku ji ajelekî were, tiştek tê de heye ku yekser dikeve dilê wî mirovê ku gelek bûyer pê re çêbûne ku hevaltiya nehêja û dilsoziya lawaz ya mirovên asayî nas kiriye.

Ez bi ciwanî zewicîm, û bextewer bûm ku min di jina xwe de reftarek dît ku ne berevajî reftara min bû. Piştî ku bala xwe da hezkirina min a ji ajelên kedî re, êdî derfetek jî winda nedikir ku ji min re ji ajelên herî qenc û rind bîne. Çûkên me hebûn, û masiyek zer, kûçikek bedew, keroşk, meymûnek biçûk û pisîkek.

Yê dawî ji wan [pisîk] ajelek gelekî mezin û bedew bû, bi tevahî reş bû û ta radeyekê sosret jîr bû. Jina min a ku di hundirê xwe de yekcar bandora efsaneyan li ser tine bû, dema ku behsa jîriya wî pisîkî dikir, gelek caran ew baweriya gelêrî ya kevnare dianî ziman, ya ku dihesibîne ku pisîkên reş hemû pîrebok in û xwe di dirûvê pisîkan de veşartine. Helbet wê carekê jî ne ji dil ev tişt digot – jixwe ez vê mijarê tînim ziman hew ji ber ku niha di vê kêliyê de hat bîra min.

Pluto – ew bû navê pisîkî – ajel û hevalê min ê lîstikê yê bijarte bû. Tenê min xwarin dida wî, û ez di hundirê malê de bi kîjan alî ve biçûma, wî jî dida dû min. Gihabû wê radeyê ku ez bi zor û heft belan jê direviyam derveyî malê bê ku bide dû min heya nava kolanan.

Hevaltiya me bi vî rengî çend salan dom kir, di wan salan de reftar û karektera min a giştî bi rêya bengîtiya kembax a alkolê, ji qurm ve bi aliyê xirab de hatin guhertin (ez ji xwe fedî dikim li xwe mikur bêm).

Roj bi roj mirûz û reftara min bêhtir demdemî û guherok dibû, ez bêhtir hêrsok dibûm û him bi him hestên kesên din nema ji min re xem bûn. Zimanê min bi jina min re hişk bûbû û ez jî ji ber vê yekê diêşiyam. Dawiya wê bi min re giha ku min lêdan bi wê re bi kar anî. Bêguman ajelên min jî pê hest kirin ku reftara min hatiye guhertin. Ne hew min nema guh dida wan, lê bi ser de jî cira min bi wan re ne xweş bûbû.

Lêbelê bi aliyê Pluto de, hîn jî nirxek wî li ba min hebû ku nedihişt ez wî biêşînim, tev ku ez dudil nedibûm ku dest biavêjim keroşkan, meymûnî, û heya bi kûçikê reben jî, dema ku yan bêhemdî xwe yan jî ji bêrîkirinê xwe nêzîkî min dikirin. Lê xuya bû ku nexweşiya min zora min biriye – ma nexweşî wek nexweşiya alkolê heye! Êdî roj bi roj, heya bi Pluto yê ku bi temenê xwe mezin bûbû jî, û pê re hinekî hêrsok jî bûbû, heya wî jî dest pê kir bi ziyanên reftara min a nexweş hest kir.

Şevekê ji şevan, bi serxweşbûneke giran, ez ji bajarokê ku ez her dem diçûmê, bi aliyê malê de vedigeriyam. Hat ber çavên min ku wî pisîkî hatina min nedixwest. Min ew zeft kir, wî jî ji tirsa ku ez wî biêşînim, bi diranên xwe destê min gez kir û birînek biçûk tê de kir. Di cîh de hêrsa cinekî xwe li min girt. Min nema xwe nas kir. Canê min ê resen wek ku bi carekê re ji laşê min firiya, û nefretek ji ya hovan kembaxtir, ku bi vexurikê hatibû avdan, ji nişkê ve her rehek ji rehên bedenê min hejand. Min kêrikek biçûk a bêrîkan ji bêrîka qutikê xwe derxist, min kêrik vekir, min ajelê reben ji qirika wî ve zeft kir û min bi hemdê xwe bi wê kêrikê çavek ji çavên wî ji cîhê wî derxist! Ez fedî dikim, ez dişewitim, ez dilerizim, di vê kêliya ku ez tawana xwe ya kembax tînim nivîsê.

Dema ku sibehê hişê min vegeriya serê min – piştî ku min dûmana kirêtiya şeva çûyî bi xewê hinekî aş kir – hestek miselitî min bû ku nîv erjengî û nîv poşmanî bû, ji ber wê tawanê ku ez pê sûcdar bûm, lê ew jî hestek lawaz û tije guman bû ku xwe negihand nava canê min. Min dîsa xwe di nav vexwarina giran de xeniqand, û pê re min hemû bîranîna wê kiryara xwe di nav meya sor de veşart.

Di heman demê de pisîk hêdî hêdî bi ser xwe ve hat. Qula şûna çavê ku min ji cîh derxistibû bi rastî jî xuyangê wê gelekî tirsnak bûbû, lê li ser wî nema xuya dikir ku di êş û janê de ye. Ew wekî her car dîsa di hundirê malê de diçû û dihat, lê wek ku hûn ê jî texmîn bikin, dema ku ez nêzîkî wî dibûm, ew bi enjengiyekê gelekî mezin ji ber min direviya. Hingî gelek ji dilê min ê berê di nava min de mabû, ez pêşî xemgîn bûbûm ji ber wê nefreta diyar a ji aliyê afirandiyek î ku berê pirr ji min hez dikir. Lê dû re ew hesta han rê da hêrsê.

Bi dû wê de jî, mîna ku hilweşîna min a dawî ya ku rev jê tune be, giyanê pîsîtî û jirêderketinê xwe li min girt. Felsefe jî ti giringiyê nade vî giyanê han. Lê ez ne misoger im ku canê min zindî ye, bêhtir ji ku ez misoger im ku ew giyanê pîsîtî û jirêderketinê yek ji taybetmendiyên paşvemayî yên dilê mirovî ye – yek ji karîn yan jî hestên bingehîn yên ku jê nayên veqetandin û çawaniya reftara Mirovî saz dikin. Ma kê ji me berî niha sed carî jî xwe nedîtiye ku karekî bêhiş û pîs dike hew ji ber dizane ku gerek wî karî neke? Ma gelo arezûyek me ya heta hetayî tune ye ku heya di rewşên me yên herî hişmend de jî em dixwazin yasayê binpê bikin hew ji ber ku em dizanin ku yasa ye?

Ez dikarim bêjim ku ew giyanê pîsîtî û jirêderketinê bû sedema hilweşîna min a dawî. Ew ji wê viyana ne fêmbar ya canî ku xwe biarîne bû – ku dijwariyê li ser xwe bi kar bîne – ku şaşîtiyê bike hew ji ber ku şaşîtî ye – wê viyanê ez ajotim bi aliyê domandina şkenceya ku min li ser wî ajelê bêçare dikir, û di dawiye de min bi ser de temam kir. Sibehekê ji sibehan, min bi xwînek sar werîsek li dora qirika wî gerand û min ew bi şaxê darekê ve daliqand – min ew daliqand û hêsir ji çavên min diherikîn, û poşmaniya herî tal dilê min tije kiribû – min ew daliqand ji ber ku min dizanibû ku wî ji min hez kiribû, û ji ber ku min hest dikir ku wî ti sedem nedabû min ku ez wî biêşînim – min ew daliqand ji ber ku min dizanibû ku bi kirina vî tiştî ez gunehekê dikim – gunehek kujer ku ew ê canê min ê nemir bixe xeterek mezin de, hingî ew xeter mezin e, heger pêkan be, dilovaniya Xwedayê herî dilovan û Xwedayê herî dijwar nema bi kêrî min tên.

Di şeva roja ku ev kiryara kembax hat kirin de, ez li ser dengê qîrîna xelkê ji xewê hişyar bûm, bi navê ‘agir’ qîrîn dikirin. Rûber û çarçevên textê min di nav êgir de bûn. Xanî hemû diçirisî. Bi zor û zehmetiyê min û jina xwe û xizmetkarekî, me xwe ji nava şewata mezin filitand. Xanî bi tevahî hilweşiya. Dewlemendî û samanên min ên di vê cîhanê de bi tevahî hatin daqurtandin, û min ji wê çaxê de xwe radestî bêhêvîbûnê kir.

Ez hîn daneketime wê lawaziyê ku ez wê bobelatê û tawana xwe ya kembax bi têkiliyek a sedem û encamê bi hevûdin ve girêdim. Lê ez xelekekê ji rastiyan ji we re vedibêjim, û ez naxwazim girêdanekê jî nîvco bihêlim. Roja piştî şewatê, ez vegeriyam nav xaniyê kavil. Dîwar hemû bi aliyê hundir ve ketibûn, ji bilî dîwarekî. Ew dîwar jî yê odeyeke biçûk bû, ne gelekî stûr bû, di nêzîka nava malê de şipiyayî bû, û textê min ji aliyê serî ve bi wî dîwarî ve bû. Seyandina wî dîwarî heya radeyekê mezin jî li dijî êrîşa êgir li ber xwe dabû, min jî ew yek tefsîr kir ku ji ber ku dîwar ne ji zû ve hatibû seyandin, wisa bûbû.

Li dora wî dîwarî komek mezin ji mirovan vehewiyayî bûn, û xuya dikir ku gelek kesan parçeyek taybet ji dîwêr bi baldariyekê kûr û mereqdar ezmûn dikirin. Gotinên wan ên mîna “sosret”, “bêhempa” û gotin ên din ên mîna wan, mereqdariya min arandin. Ez nêzîk bûm û min li ser rûyê dîwêr î sipî dirûvê pisîkek î mezin dît, wek ku bi berzbûnekê bel li ser dîwêr hatibû neqişandin. Ew neqşa han bi vebiriyekê bi rastî jî sosret hatibû çêkirin. Werîsek li dora qirika wî ajelî badayî bû.

Gava ku cara pêşî çavê min li wî dirûvê kembax ket – ji ber ku ez nikarim kêmî “kembax” ti navê din lê bikim – ez gelekî matmayî û tirsiyayî bûm. Tê bîra min pisîk di baxçeyê li tenişta xênî de hatibû daliqandin. Piştî ku em bi çêbûna êgir hatin hişdarîkirin, baxçe di cîh de bi mirovan hat dagirtin, xuya ye yekî ji wan mirovan werîsê li qirika pisîkî ji darê jê kiriye û di paceyeke vekirî re avêtiye odeya min. Dibe ku ev tişt hatibe kirin ji bo ku ez ji xewa xwe hişyar bibim. Bi ketina dîwarên din re, goriya hovîtiya min di nav hêmana wê moleya ku ne ji zû ve hatibû çêkirin, hat guvaştin, êdî kirêca wê hêmanê jî bi saya pêtên êgir û amonyaka ku ji laşê mirî derketibû, ew dirûvê han pêk anîbû.

Tev ku min hişê xwe bi hêsanî aram kir bi wê tefsîra bûyera tirsnak a ku min niha vegot -hema ku min bi tevahî wijdanê xwe aş nekiribe jî- bandora kûr a wê bûyerê di xeyalê min de kêmtir nedibû. Meh bihurîn jî û min hîn nikaribû ez dirûvê wî pisîkî ji bala xwe biavêjim, û di wê demê de jî nîv hestek mîna poşmaniyê vegeriya canê min, lê ne poşmanî bû. Bi min re giha ku ez li windabûna wî ajelî poşman bûbûm, û ez li dora xwe, li deverên pîs ên ku êdî çûna wan ji min re bûbû tiştek î asayî, li ajelekî din digeriyam ku ji regezê wî be û hinekî mîna wî be jî, ji bo ku bikeve şûna wî.

Şevekê ji şevan di kuncikek a şermezariyê de ez nîv serxweş rûniştibûm, bala min ji nişkê ve kişiya ser tiştek î reş, li ser serê yek ji bermîlên mezin ên Gin yan Rumê yên ku di wê xaneyê de mobîlyaya sereke bûn, xwe vezilandibû. Min berî wê çend xulekan bi çavên beloq li jora wê bermîlê dinêrî, êdî tiştê ku ez mat kirim ew bû ku çavên min di cîh de li wî tiştê reş neketibûn. Ez nêzîkî wî bûm û min destê xwe danî ser. Pisîkek î reş bû, yek î mezin bû, tam bi qasî mezinahiya Pluto bû, û ji hemû aliyan ve bi nêzîkî dişibiya wî, ji bilî cudahiyekê. Pluto mûyek jî sipî li ser ti devera laşê wî tine bû, lê yê vî pisîkê han, heman li ser tevahiya firehiya sînga wî, parçeyek î sipî û mezin ji pirçê hebû, tev ku ne gelekî diyar bû jî.

Gava ku min destê xwe danî ser, di cîh de rabû ser lingan, bi dengek î bilind kir xirxir, xwe bi destê min ve gemirand, û lê xuya kir ku dilxweş bûbû ku haya min jê çêbûbû.       Xuya bû ku ev bi xwe bû afirandiyê ku ez lê digeriyam. Min yekser li xwediyê xaneyê pêşniyar kir ku pisîkî bifiroşe min, lê wî pisîk ji stûyê xwe derxist, got ku ti tiştî li ser wî nizane û berî niha ew nedîtiye.

Min gemirandina wî domand, û dema ku min xwe amade kir ku ez herim malê, pisîkî ji min re diyar kir ku ew jî dixwaze bi min re were. Min destûr da wî ku bi min re were, û bi rê de jî min her ji kêliyekê xwe daqûl dikir jêr û tepên sivik li ser pişta wî didan. Gava ku giha malê, bi carekê re xwe kir yek ji me, xwe kir ji malê, û di cîh de bû bijarteyê herî nêzîk ê jina min.

 

Lê piştî demekê ne dirêj, nefret jê re dest pê kir di nava min de, ew tişt berevajî tiştê ku min texmîn dikir bû – ez nizanim bê çawa û çima, lê ew hezkirina wî ya ku ji min re diyar dikir, ez hinekî aciz dikirim û dilê min jê dixeliya. Ew hestên acizî û dilxelînê jî hêdî hêdî girantir bûn heya ku gihan pîleya nefretê. Min xwe ji wî afirandiyê han dûr dixist, hestek diyar a şermezariyê, û bîrkirina stemkariya min a berê, nedihiştin ez şkenceya laşî li wî bikim. Min çend hefteyan jî ne êrîşî wî kir, ne jî bi şkenceyê zor lê kir. Lê roj bi roj, û bi zêdebûneke bilez, êdî dilê min ji wî dixeliya bi awayekî ku nayê ziman, û ez bêdeng direviyam ji hatina wî ya kirêt, wek ku ez ji hilma nexweşê reşavê birevim.

Lê bêguman, tiştê ku nefreta min a ji wî lawirî re gurrtir kir, ew bû dema ku sibeha piştî anîna wî, min vedît ku ew jî mîna Pluto, ji yek ji çavên xwe bêpar bûbû. Lêbelê vê rewşa wî ew li ber dilê jina min hêjatir kiribû, jina min a ku min berî niha gotiye ku mirovayîtiyeke mezin di hestên wê de hebû, ew mirovayîtiya ku berî niha taybetmendiyeke min a sincî bû, û jêdera gelek ji dilxweşiyên min ên herî sade û zelal bû.

Lêbelê, her ku nefreta min a ji wî pisîkî re bêhtir dibû, ew bêhtir bi min ve dihat girêdan. Bi serhişkiyekê dida dû gavên lingên min, ku zehmet e ez bi xwendevanan bidim fêmkirin. Her ku ez rûdiniştim, wî xwe li jêra kursiya min vediziland, yan jî li ser kabokên min şîn dihat, bi gemirandina xwe ya kirêt diket ser min. Gava ez radibûm ku bimeşim, xwe dixist navbera herdu lingên min û dikir min bîne xwarê, yan jî ew lepên xwe yên dirêj û tûj di cilên min de radikir û wisa hildikişiya heya ser sînga min. Di wan kêliyan de, tev ku nava min dikeliya ku ez derbekê lê bidim, wî tine bikim – ji aliyekî ve bîrkirina tawana min a berê nedihişt ku ez wisa bikim, lê ku ez li xwe mikur bêm, sedema sereke ew bû ku wî hovê han sawek mezin xistibû dilê min de.

Ew sawa han ne bi taybetî ji aliyê şkenceya laşî ve bû – tev ku ez nizanim bê bi çi rêya din ji we re wê sawê rave bikim. Ez fedî dikim li xwe mikur bêm, erê, di vê zindana tawanbaran de jî ez hema ji ber xwe fedî dikim bêjim, ku tirs û erjengiya ku wî ajelî xistibû dilê min, bi saya xeyalên min ên fantazî yên vala, yên ku hiş wan napejirîne, bêhtir hatibû gurrkirin.

Jina min bêhtirî carekê bala min kişandibû ser parçeya pirçê sipî ya ku min berî niha anîbû zimên, ew nîşana ku cudahiya tenê bû di navbera vî lawirê sosret û ew ê din ê ku min kuştibû de. Ew ê bê bîra xwendevanan ku ew nîşana han tev ku mezin bû jî, bi resenê xwe ne tam diyar bû, lê hêdî hêdî, bi hêdîbûneke hûr ku demekê dirêj jî hişê min nikaribû bipejirîne ku xeyalek e, bi wê hêdîbûnê û di hundirê demekê dirêj de êdî dirûvek î wê bi eşkeretiyekê tûj rû da. Îcar ketibû dirûvê tiştekî, ez dilerizim ku navê wî bêjim, û bi giştî ew bû sedema ku ez ji wî veciniqîm, sawek mezin ket dilê min, û ku min wêribûya min ê xwe ji wî lawirî xelas bikira – ketibû dirûvê dîmenê tiştek î kirêt, tiştek î erjeng, dirûvê sêdareyekê. Ay, ew alava erjengî û tawanê, ya jan û mirinê ya xemgîn û tirsdar.

Vê carê êdî bi rastî jî ez ketim jariyekê ku ez ji sînorê jarbûna mirovî derxistim. Lawirek î hov, ew ê ku min berî niha yek î mîna wî bi zikreşî kuştibû – wî lawirê hov çawa dikaribû bi min, çawa dikaribû vî derdê ku nayê tehemulkirin bide min, ez zilamê ku di dirûvê Xwedayê Bilind de hatime afirandin! Wey mixabin! Nema ne bi şevan, ne bi rojan ew bereketa rehetiyê dibû ji para min. Jixwe di dema rojê de wî afirandiyî kêliyekê jî ez tenê nedihiştim, û di şevan de ez mabûm her saetekê ji xewên bi tirsa ku nayê tehemulkirin vediciniqîm û ji cîhê xwe dipengizîm, ez ê rabûbûma û min ê bidîta ku hilma wî tiştê han li nava rûyê min dide, û ew giraniya wî ya mezin mîna kabûsek î laşî ku min nikaribû ji ser sînga xwe biavêjim, ku wisa bi rehetiya berdewamî xwe berdaye ser dilê min.

Di bin zext û çewsa van ezaban de, ew bermayiya lawaz a qenciyê ya ku di min de mabû jî, zora wê çûbû. Ramanên xirabiyê bûbûn hevalên min ên bi tenê, ew ramanên herî tarî û kembax. Mad û mirûzê min hingî guherok bûbû, gihabû radeya ku bûbû nefret ji her tiştî û ji tevayê mirovatiyê re. Û di heman demê de jî, pijiqînên min ên hêrsê yên ku ji nişkê ve û bi dubareyî dihatin, û nedihatin aramkirin, ew teqînên hêrsê yên ku min xwe bi korîtî xwe radestî wan dikir, bêhtirê caran, min jina xwe ya dilfireh û bêhnfirêh ji her kesî bêhtir bi wan diêşand, mixabin.

Rojekê ji rojan, bi min re daket odeya jêrzemînê ya xaniyê me yî kevnar ê ku em ji belengaziyê neçar mabûn ku tê de bijîn, ji bo ku di hinek karên malê de alîkariya min bike. Pisîkî jî di ser derenceyên serberjêr re da dû me, û bi daketina xwe re kir ku min bi qulopankî bi dev û rû de bixîne erdê, hêrsa dînbûna min hat min. Min jî rahişt bivirekê û hilda, û min ji kerba xwe jî ew tirsa xwe ya zarokane ya ku heya hingê destê min girêdabû, ji bîr kir – min nîşana xwe danî ser wî ajelî ku ez derbekê lê bidim, bêguman heger derba min wek ku min dixwest bi ser de biketa, min ê yekser ew bikuşta. Lê jina min destê xwe hilda û nehişt ez lê bidim. Ez jî hingî ji vê kiryara wê hêrs bûm, ez ketim harbûnekê ji ya cinan pîstir, min destê xwe ji nav lepên wê derxist û min bivir di nava mejiyê wê de veşart. Di cîhê xwe de ket û mir bê ku nalînek jî jê derkeve.

Piştî ku min ew kuştina kirêt pêk anî, min di cîh de bi biryarekê vebirî ji xwe re erkek danî, ku ez êdî wî laşî veşêrim. Min dizanibû ku ez nikarim ne di dema rojê de û ne jî di şevê de laş ji malê derxînim bêyî xetera ku cîran min bibînin. Gelek plan hatin bala min. Di kêliyekê de hat bala min ku ez laşê wê bibirînim, bikim parçeyên hûrik, û wan bixim nava êgir ji bo ji wan xelas bibim. Di kêliyeke din de jî min biryar da ku ez jê re gorekê di erda jêrzemînê de bikolim. Di yeka din de jî, di serê min de geriya ku ez wê biavêjim bîra di hewşê de – diket bala min ez wê têxim sindoqekê, mîna pirtalan, bi rêzkirinên asayî, û dû re hilgirekî bînim ku wê ji malê bibe. Di dawiyê de ez bi ser rêyekê vebûm, ku di nêrîna min de ji wanên berê hemûyan guncavtir bû. Min biryar da ku ez wî laşî di hundirê dîwarê jêrzemînê de veşêrim, wek ku li ser oldarên serdemên navîn tê vegotin ku çawa gorî û miriyên xwe di dîwaran de vedişartin.

Ji bo mebestekê mîna vê, ew jêrzemîn baş guncavkirî bû. Dîwarên wê bi lawazî hatibûn avakirin, û berî demekê ne dûr jî bi moleyekê zivir hatibû seyandin, û şiliya ku di bayê hundir de hebû, nehiştibû ku ew mole ziwa û hişk bibe. Bi ser de jî, di dîwarekî ji dîwaran de berzbûnek hebû, ku ji ber bixêriyekê yan argûnekê sexte hatibû afirandin, û hundirê wê hatibû dagirtin, û bi deverên din ên jêrzemîn re hatibû guncavkirin. Guman di serê min de nemabû ku ez dikarim yekser bi hêsanî blokên dîwêr ji cîhê wan derxînim, laş têxim hundirê dîwêr de, û dîsa wê deverê bi blokên wê bigirim, ji bo ku çavek jî nikaribe tiştek î gumandar tê de bibîne.

Di vê texmînê de ez nexapiyam. Bi alîkariya niwêlek î hesinî, min ew blok bi hêsanî ji cîhê wan rakirin, û piştî ku min laş bi haydarî raspêrî dïwarê hundir kir, min bi wî awayî ew palpişt kir, û min dû re bi hinek zehmetî ew dîwar wek dirûvê wî yê berê ava kir. Piştî ku min herî û qûm û pirç bi dest xistin, û min hemû amadeyîyên pêdivî jî pêk anîn, min moleyek ji wan hêmanan çêkir, ku ji moleya berê nayê naskirin û cudakirin, û bi wê moleyê ez hêdî hêdî û bi haydarî di ser dîwarê kevirî re bihurîm. Piştî ku min xelas kir, ez razî bûm ku hemû tişt hatiye pêkanin û duristkirin. Tiştek li ser dîwêr xuya nedikir ku diyar bike ku pê hatiye lîstin. Min gemara li ser erdê jî bi haydariyekê hûrik ji wir bir. Min bi serfirazî li der û dora xwe nêrî û min ji xwe û xwe re got: “nexwe va keda min a li vir bêsûde û vala neçû”.

Gava min a bi dû de ew bû ku ez wî lawirê han bibînim, ew lawirê ku bi saya serê wî ev bobelat çêbûbû, ji ber ku min de dawiyê de bi xurtî biryar dabû ku ez wî bikujim. Heger min karibûya di wê kêliyê de wî bibînim, guman derbarê tiştê ku dê bi serê wî bihata tine bû, lê diyar bû ku ew ajelê fêlbaz ji dijwariya ku di hêrsbûna min a dawî de hatibû kirin, hişyar bûbû, û xwe ji ber mirûzê min ê niha veşartibû.

Ne pêkan e ku ez ji we re rave bikim, yan ku hûn bînin ber çavên xwe, ew rehetiya kûr û şad, ya ku piştî windabûna wî afirandiyê kirêt di dilê min de çêbûbû. Bû şev û hîn jî xuya nebûbû – anku, ji roja ku min ew anîbû mala xwe, êdî va şevekê ez bi xweşî û aramî razam – erê, ez razam tev ku barê wê kuştina han di ser canê min de bû.

Roja duyem û ya sêyem jî bihurîn û hîn jî şkencekerê min xuya nekiribû. Êdî min ji nû ve careke din mîna serbestekî henasa xwe kişand. Ew lawirê han ji tirsa xwe bêveger ji malê reviyabû. Êdî ez nema wî dibînim. Kêfxweşiya min bêhempa bû. Gunehkariya ji kiryara tarî ya ku min kiribû jî ew qasî ez aciz nekirim. Hinek pirsiyarî jî hatin kirin, lê min bersiva wan bi hêsanî da. Heya bi lêgerînekê hatibû rêkxistin, lê helbet nikaribûn tiştekî vebînin. Min êdî didît ku bextewariya pêşeroja min hatiye piştrastkirin.

Di roja çaran a piştî kuştinê de, komeke polîsan wisa ji nişkê ve derbasî hundirê malê bûn, û ji nû ve dîsa dest bi vekolînekê kûrûhûr di hundirê malê û der û dora wê de kirin. Lêbelê, ji ber ku ez piştrast bûm ji ku devera ku min laş tê de veşartibû ewle û nediyar e, ti lawazî li ser min xuya nekir. Polîsan ji min xwestin ku ez jî di vekolînê de tevlî wan bibim. Ne kuncek, ne jî qorziyek hiştin bê ku tê de bigerin. Di dawiyê de jî, daketin jêrzemînê, bûbû cara sêyan yan ya çaran ku dadikevin wir. Masûlkeyek ji laşê min jî nelerizî. Dilê min jî bi aramî hêdî hêdî lê dida, mîna dilê mirovekî ku di nava bêgunehiyê de razayî be. Ez ji pêşiya jêrzemînê heya dawiya wê dimeşiyam û vedigeriyam. Min destên xwe li ser sînga xwe pêçandibûn û ez bi rehetî ji xwe di wir de diçûm û dihatim. Polîs bi tevahî razî bûn û xwe amade kirin ku herin. Şadiya di dilê min de hingî mezin bû, min nema bi xwe karibû. Nava min dikeliya ku ez hema bi kêmanî gotinekê bêjim ji bo ku serfiraziya xwe diyar bikim, û ji bo ku ez dubare xwe piştrast bikim ku tu gumana wan li ser bêgunehiya min nemabû.

Di dawiyê de, dema ku li ser derenceyan daketin, min got: “Birêzino, ez dilxweş bûm ku min gumanên we aş kirin. Ez ji we hemûyan re tenduristî û hinekî bêhtir camêriyê hêvî dikim. Ji xwe hîn ku hûn li vir in, ez ji we re bêjim birêzino, ev xanî gelekî baş û xurt hatiye avakirin.” – hingî nava min dikeliya ku ez tiştekê bi hêsanî bêjim, min nema dizanibû bê zimanê min çi dibêje. – “Ez ji we re bêjim, ev xaniyek e ku gelekî baş hatiye avakirin. Ev dîwarên han – hûn ê herin birêzino? – ev dîwarên han bi xurtî bi hev ve hatine avakirin” û di wê kêliyê de, bi gurrbûna zirtbûna xwe re, bi darikekî ku di destê min de bû, min derbek xurt li dîwêr da, tam li ser wê parçeya ku laşê jina min a hêja tê de bû.

Lê, Xweda min ji diranên Cinê cinan bisitirîne! Hema nû dengvedana lêdana min di nava bêdengiyê de winda bû, dengekî ji hundirê gorê de bersiva min da. Dengê nalînekê bû, pêşî mîna giriyê zarokekî nizm û şikestî bû, dû re zû gurrtir bû, û bû qîrînek dirêj û bilind û yek parçe, yekcar ne asayî bû û ne mirovane bû. Urînek bû, qîjînek bi zarezarî bû, ku nîv ji erjengiyê û nîv jî ji serfiraziyê bû, wek ku ji dojehê tê, wek ku bi beşdarî ji dengê gewriyên wan kesên ku lanet li wan hatiye û di nava jana xwe de ne, û ji dengê şabûna cinan bi wê lanetê, dihat.

Ew ê bêhişiyek be heger ez ji we re bêjim bê di wê kêliyê de çi di serê min de dibû. Ez bêhiş ketim û hilweşiyam û min xwe spart dîwarê li hemberî wî dîwarî. Kêliyekê ew kesên ku li ser derenceyan bûn, ji dijwariya tirs û sawa ku bi wan hatibû, bêlivîn di cîhên xwe de hebitî mabûn. Di kêliya bi dû de, hema deh destên çeleng hêza xwe dabûn ser dîwêr û dianîn xwar. Yek parçe ket. Ew laşê ku heya radeyekê mezin heliyabû û di nava xwînê de hatibû guvaştin, di cihê xwe de li ber çavên temaşekeran rawestiya. Li ser serê wê, bi devê xwe yê sor î vekirî û çavê xwe yê bi tenê yê ku agir jê difiriya, ew lawirê kirêt ê ku fêlbaziya wî ez ber bi kuştinê ve ajotibûm, rûniştibû, ew ê ku dengê wî yê agahker ez radestî celadê xwe kirim. Min dîwar ava kiribû û ew lawir di hundirê gorê de bû.

Riataza.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply